• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Wekî heneka Xendek jî bû genek

Wekî heneka Xendek jî bû genek


barkirin: Nîsan 18, 2014, 2:10


Fermandarê giştî yê YPG Sîpan Hemo di hevpeyvîna ku dayî Firatnews ê de PDK wekî maşika Tirkiyê nirxand û kolana xendekan jî wekî dijberiya şoreşa Rojava şirove kir gefeke sergirtî ya dijwar li PDK ê xwar. Sîpan Hemo di hevpeyvîna li gel Firatnews ê de derbirî ku DAÎŞ têk çû dê xwediyê xendekan jî winda bikin.

Di hevpeyvînê de Fermandarê YPG aşkere got ku xweserî û rêvebiriya gel tenê bi cangoriyê û fedakariyê nabe di heman demê de jêre peywendiyê derve, aborî û bazirganî jî pêwiste bo vê yekê jî diyar kir ku kolana xendekan ambargoyeke li ser desthilata Kurdan ya Rojava.

 

Fermandarê YPG kolandina çalên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistan de wekî siyseta Tirkiyê destnîşan kir û aşkere dijî PDK gefa xwe derbirî. Fermandarê giştî yê YPG êrîşên li Kobanê hatî kirin û şerê dijî wan hatî kirin bi siyaseta kolana çalan ve têkiliya xwe heye û eve jî wekî parçeyek ji siyaseta Tirkiyê binav kir.

 

Başe arîşe ji kîderê derdikeve û mezin dibe?

 

Wekî tê zanîn di vê dema dawî de nakokiyên navbera PYD û PDK gihiştine asteka bilind. Ji destpêkirina şerê Surî ve û avakirina PYD ve bi taybet li ser çûn û hatina Başûr, desthilatiya Rojava, siyaseta PYD û helwestê PDK nanokî destpêkiribûn û kur bûbûn.

Bi kolana çalên navbera herdû parçeyên Kurdistanê de rojev germ bûbû û ji herdû aliyan daxwuyaniyên cûrbecûr û tuj hatine dayîn.

PDK kolana xendekan wekî parestina Başûr û çavdêriya Başûr bi nav kir,
PYD û PKK jê ev yek wekî helwestekî li himberî Rojava şirove kir û gelik caran helwest gihişte wê astê kolana xendekan wekî xiyanetê binav kirin û di dema kolandina vê çalê de jî gelek Kurdên Rojava yên alîgirê PYD çûne cihê xendekê û li himber kolandinê rawestan.

 

Nakokiya navbera hêzên siyasî yên Kurd hertim bi hevdû tawanbarkirinê ve mezintir dibe. Hemu aliyên Kurd bi hêzên serdest re peywendiyên xwe çêdikin û hemu jî ji bo vê yekê hevdû tawanbar dikin. Hemu hêzên siyasî yên Kurd ji bo berjewendiyê parçeyê ku lê bêhtir bi hêzin tevdigerin û bi serdestên parçeyên dîtir ve peywendî çêdikin lê hemû jî bo vê yekê hevdû tawanbar dikin.

Hemû hêzên siyasî yên Kurd bi rêxistinên îstîxbarî yên hêzên serdest ve peywendî çêdikin lê hemû jî bo vê yekê hevdû tawanbar dikin.  Herkes helwestê yên dîtir dijî berjewendiyê Kurdewarî dibîne.

Diyare ku her gavên siyasî yên hêzên siyasî yên Kurd dê hêrsa hêzên dîtir bigrê ser xew û dê nakokî kur bibe. Ji ber ku dema karmendek jî bixwaze karxaneya xwe serkeftî birêve bibe rêka herî baş ewe ku navbera karkerên xwe di weznekî baş de xirabe bihêle, eger na karker eger di navbera xwe de lihevhatî bin metirsiyeka mezin bo karmend heye ku herdû pêk ve jê bidizin û wî ber bi tunebûnê ve bibin.

Heman di dema ku hêviyên mezin di dilê Kurdan de çêbûn ji bo Kongreya Netewî, vê carê jî pevçûn û nakokiyên Netewî derketin pêş.

Rewşenbîr û zana û nivîskar û hişmend û rîsipîyên  Kurd jî piraniya wan şûna ku helwestê xwe bi tundî di warê giştî û netewî de aşkere bikin û aramiyê bidin avakirin piranî alîgirtinê di hilbijêrin.

 

REWANBÊJ

 

 

dîtin: 222

Pêveker:

wekî heneka xendek genek