• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Werger, Berhevkirina Wergeran û... | Nûdem Hezex

Werger, Berhevkirina Wergeran û... | Nûdem Hezex


barkirin: Pûşper 24, 2017, 12:41


 

Demekê li ser berhevkirinên wergerên helbestên Murathan Mungan xebitîbûm ên ji tirkî ji alîyên gelek kesan ve wergera wan bi kurdî hatibû kirin.
Bi berhevkirina mînakan mirov bi teori, zanist û dîyalektîka wergera helbestê têdigihije.
Di wergerên helbestan de hevnegirtin normal e, Ji bo werger ne tene karekî teknîkî ye, karekî afîrînerî ye jî.
Mînak: wergerên ji zimanê fransî bo zimanê tirkî:
Jêderk helbesta L.Aragon 

I- Wergera Orhan Veli Kanık 
Öyle derin ki gözlerin içmeye eğildim de  
Bütün güneşleri pırıl pırıl orada gördüm        
Orda bütün ümitsizlikleri bekleyen ölüm 
Öyle derin ki her şeyi unuttum içlerinde   

II- Wergera Hüseyin Demirhan 

Ne derinmiş gözlerin içmeye eğildim  
Gördüm bütün güneşler orda parıldar durur  
Her umutsuz kendini orda ölüme vurur 
Ben dünyayı unuttum onların derininde   

III- Wergera Hulki Can Duru

Senin gözlerin öyle derindir ki içmek için eğildiğim an   
Tüm güneşlerin aynanda bakışmaya koşturduğunu  
Tüm umutsuzların ölmek için oraya daldığını gördüm  
Gözlerin o kadar derindir ki orada kaybolur belleğim 
 
I-Wergera Orhan Veli
İnsan ve Deniz
Sen, hür adam, seveceksin denizi her zaman
Deniz aynandır senin, kendini seyredersin
Bakarken, akıp giden dalgaların ardından
Sen de o kadar acı bir girdaba benzersin.

II- Wergera Vasfi Mahir Kocaturk
İnsan ve Deniz
Hür insan, kutlayacaksın denizi her zaman sen!
Deniz aynandır senin, seyredersin ruhunu
Suyunun dalga dalga sonsuz açılışında,
Daha az acı bir girdap değildir senin ruhun da.

III- Wergera Naci Erdel
Hür adam, denizi seveceksin daima!
Deniz aynandır senin, ruhunu seyredersin
Onun sonu gelmiyen, coşkun dalgalarında
Kalbin de onun gibi bir uçurumdur derin.

IV_Wergera Ahmet Necdet
İnsan ve Deniz
Özgür insan, denizi seveceksin her zaman!
Deniz aynandır senin; seyredersin ruhunu
Dalgası yayılırken bir sonsuzluğa doğru,
Farkı yoktur ruhunun acı bir uçurumdan.

V- Wergera Sait Maden
İnsan ve Deniz
Özgür insan, seveceksin denizi hep sen!
Deniz aynan senin; ruhunu seyredersin
Onun sonu gelmez dalgalarında, derin
Bir uçurum senin yüreğin de gerçekten.

VI- Wergera Erdoğan Alkan
İnsan ve Deniz
Özgür insan, denizi her zaman seveceksin!
Deniz aynan; görürsün kendi ruhunu orda,
O aynada, o sonsuz yayılan dalgalarda,
Senin de dipsiz, acı bir uçurumdur beynin.

 Mînak:
Nuray Cihan Gunduzalp analîza 
Wergerên helbestên CHARLES BAUDELAIRE dike û bi ser berhevkirina  pazdeh wergeran yên Abdullah Rıza Ergüven, Suut Kemal Yetkin, Vasfi Mahir Kocatürk, Ahmet Muhip Dranas, Ahmet Necdet, Sait Maden, Erdoğan Alkan kirin xwe digihîne gelek encaman.

Weber-Henking dibêje: "Werger  herdem rûbirûhatina du çandan e.
Dîyalektîka wergerê  karekî pratîk e. Di karê wergerê de pêşanîdan û berpêdana  bertekeke guhdarvan a  ber bi gotarbêj re ye.
Saint Jêrome dibêje:  "Heke wergera peyvbipeyv were bikaranîn dengekî herze derdixe holê. heke ji pêwistîyê hin viguhestinên avahî jî bibin dê weke ixanetê were hesibandin."
Antoine Le Maistre ji  xwemalîyê di  wergerê de divêtî dibîne. 
Albir, di efirandina xwe ya bi navê"La Notion de la Fidélité" de dibêje: " dilsozî ne bi peyvan re be, dive bi wateyê re be."
Ester Saletta: "Werger, ji zimanekî bi zimanekî din an jî  nivîsareke jêder bi nivîsareke xwestekê vegûhestinê bêtir transfereke navbera çandan be, dive têşeyên cê yên têkiliya herdû çandên qala wan dibin neyê jibîrkirin.
Tahsin Saraç, di nivîsara xwe ya bi navê "Baudelaire ve Baudelaire’den Çeviriler"  qala du du mercên ji bo serkeftina wergera helbestê dike. merca yekê hebûna  hevparîya raman û hêstî ya di navbera wergervan û helbestvan de ye, merca didoyan jî ahenga dengî  pûxtî û teşeyî ye.
Divê pîvok an pîvokên  di mijara wergera grêdayî û wergera serbest de xwerû were ber çavan.
Mirov li wateya nivîsara jêderk, li teşeya wê, teybetîyên tê de, teybetîyên rêzimanî an li avahîya  peyvrêstina wê binêre? Ev pirseke grîng e. Ladmiral, qala du wergeran dike û wan wiha navdar dike: "Dilsozmayîna nivîsara jêderkê" , "Dilsozmayîna nivîsara xwestekê"
Lederer nêzbûneke cê li mijarê vedike, ferqa grêdayî-serbest an jî dilsoz-nedilsoz nake û dibêje "dive di nivîsarekê de herdu jî werin bikaranîn."
Coser, ji bersiva pirsên di rewşa werger ji bo çi û ji bo kî çêdibê bêtir li peyvbipeyvîyê û serbestîyê ”"divê ji bilî jirêderketinên celebên wê li tevahîya wê  were mêzandin Wergêr dive  nivîsareke nivîskî dikare peyvbipeyv; nivîsareke zanistî jî serbest binivîse."
Jiri Levy: "Werger pêvajoya ragihandinê ye.  ragihandina  nivîsarê ya  bigihîne xwendekarê  bi zimanê  xwestekê Mebesta wê ye".  
Prof. Dr. Irene Weber-Henking: "Werger  herdem rûbirûhatina du çanda ye." Ester Saletta: "Werger, ji zimanekî bi zimanekî din an jî  nivîsareke jêder bi nivîsareke xwestekê vegûhestinê bêtir transfereke navbera çandan be, dive têşeyên cê yên têkiliya herdû çandên qala wan dibin neyê jibîrkirin.
 Rêgaza cêtîyê ne tenê avahîya rêziman û peyvan yê herdu zimanan e. Dîrokên nivîsê yên herdu nivîsaran, çanda herdu civakan, psîkolojîya û mebesta herdu kesan xwedî gotin in. Helbet di vê rewşê de di navbera herdu nivîsaran de wekhevî  naye hêvîkirin. Hin têgihînên weke wekhev, mezintir, piçûktir, dûr nêzîk vê xwe bixin mijarê de.
 Ew rewşa  "Vegera çandê" ya Mary Snell-Hornby di nivîsara xwe ya 1990 de nivîsî de qala têkilîya  werger û mêtîngehîyê, pêşesazî û birdozîyê dike. 
"werger tenê pala xwe nade nivîsarê dide çandê jî. "lêkolînên çandê û  hawêrnasîyê digihin hev. Di vê rewşê de; em ê bikaribin qala  menaka pîvoka kiryanî bikin. Menaka pîvoka wergerê çand e. ne peyv û nivîsar e."

 Raymond Queneau di pirtûka xwe ya bi navê "Banandinên teşeyê"(Exercises de Style) de  mînakên  çawa dikare çirokeke ji rêzê  bi not û neh teşeyê binivîse dide.( Queneau, Di wergera poskolonyal de; encamên  sergewreyîya di navbera zimanên "welatên rojava" û zimanên "welatê sisêyan" de dibin dixe bin destan. Susan Bassnett û  Harish Trivedi  di derheqê vê teorîyê de çend nivîsar nivîsîne. Balê dikêşînîn zimanê îngilîzîya herî efendî yê dinyaya postkolonyal û berxwedana zimanên hereman ên  li hemberê bêdadmendîya van zimanan. Di vê rewşê de werger qada cengê ye. Di navbera  têgihiştinên Werger (translation) û sernetewan (transnational) de pêwendiyeke nêz heye. Di navbera kesên heremî de jî kesên zimanê xwe bi tarza postqolonyalistan vediguhêzin jî hene. Ev xerabûneke cihî ye.
 Hin nêzbûnên wergerê yên nûdemî hene: Di vê nêzbûnê de rexne li ser destnedana nivîsara jêderk(resen) û li ser nêzbûnên fîlolojîk dibin. Di vê nêzbûnê de çanda nivîsara xwestekê(armancê) bi ser nivîsara jêderk(resen) dikeve.
Zimanê jêderk: zimanê nivîsara wergera wê bibe
Çanda jêderk: çanda nivîsara wergera wê bibe
Zimanê xwestek:Zimanê wergerê
Çanda xwestek: çanda xwendekarên wergerê

Di wergerê de  hin teorîyên dî:
 1-Hawernasîya pêşdarvan (Descriptive translation studies): Nêzbûna xwestek nîskok:  Teoriya A James Holmes derxistî holê û ya Gideon Toury bi pêş ve xistî ye
 2-Teorîya Pirsazgêrî: (Polysystem theory )(Even-Zohar derxistiye ) werger li navende û li derdorê ye. 
 3-Kiryanî/Wergera Nîskok (translatorial action): Holz Mantarri bi pêş ve biriye. Di vê teorîyê de werger kiryanek e (çalekiyek e) pevxistî û  bibîr e.
 4-Teorîya Skopos: Hans Vermeer bi pêş ve biriye. Armanc di pêş de ye. Peyveke yûnanî ye.  Tê wateya "armanc”, “encam” û “erk”
 5-Xebatên zanîsta wergerê yên pêşdarker(Toury) "Armanc"
 6-Walter Benjamin: Erka wergervan "xwedîderketina zimanê saf a ji zimanê biyanî koçberkirî ya ji nû ve" û " bi karê veguhestina efirandinekê ya bi zimanekî dî re, serbestberdana zimanê di xwe de hatî girtin" e. zimanê "saf" ne zimanê ragihandin û danûstandinê ye.*
Divê kesê wergera helbestê bike helbestên wan kesên nêzî hêstên xwe  werbigerîne.  nigaşa bi zimanê jêderk  sazkirî bi zimanê xwestekê efirandin. Serkeftina wergerê  bi vê ye. 
İlhan Berk dibêje "wergêr ne afêrîndêr e"
berhevdanîn û rexneya wergerê:
1- erka nivîsarê ya zimên çi ye?
2- Teybetîyên naveroka nivîsarê çi ne?
3- Teybetîyên nivîsarê yê zimanî û têşeyî çi ne?
4- Teybetîyên nivîsarê yên  estetîka têşeyê çi ne?
5-Di nivîsarê de ziman çawa bi kar anîye?

* Jêrenot: "KU" di vê nivîsarê de nînin.

dîtin: 76

Pêveker:

nûdem werger