• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Werza Kergedan li sînemayên Brazîlê ye

Werza Kergedan li sînemayên Brazîlê ye


barkirin: Êlûn 12, 2015, 1:10


Fîlmê sînemayî yê ’’Demsala Kergedan- Rhino Season’’ ya bi derhêneriya sînemakarê Kurd, Behmen Qubadî di 29 sînemayên Brazîlê li ser perdeyên sînemayê ye û sê mehan dê bê nîşandan.

’’Demsala Kergedan’’ ku berhema dawiya bilind a sînemakarê Kurd Behmen Qubadî ye, piştî nîşandana li sînemayên welatên cîhanê û beşdariya di festîvalên navnetewî de û bidest xistina çend xelatên cîhanî, ji aliyê kompaniya ’’İmovisin’’ a Brazîlî di 29 sînemayên bajêrên  São Paulo û Rio de Janeiro çû ser perdeya sînemayan. Nûçe, raport û rexneyên sînemayî yên wî fîlmî di dezgehên ragehandina wî welatî de dengvedaneke zêde hebû.

Kompanya ’’İmovision’’a Brazîlî di raportekê de ragehand: ’’Demsala Kergedan’’ bi başî hatiye pêşwazî kirin û di rojname û kovaran de gelek babet û rexneyên pozetîv li ser hatine nivîsandin’’.

dîtin: 460

Pêveker:

werza kergedan li sînemayên brazîlê ye