• Têketin
  • Ziman
Wezerata Navxweyî: Herêma Kurdistanê welatê hemû Îraqiyane

Wezerata Navxweyî: Herêma Kurdistanê welatê hemû Îraqiyane


barkirin: Rezber 23, 2013, 5:57


Wezerata karên navxweyî ya herêma Kurdistanê der barê nûçeyên ku dibêjin herêma Kurdistanê, piştî êrişa terorê ya li Hewlêrê pêk hat, rê nadê welatiyên Ereb yên İraqî ku bikevin herêma Kurdistanê, red kir.

Piştî êrişa terorê ya ser bi rêvebiriya giştî ya asayîşa Hewlêrê pêk hat û di encamê de 7 endamên hêzên asayîşê jiyana xwe ji dest dan, herêma Kurdistanê kontirola li ser xalên kontolê  yên li ber dergehên bajaran tund kir. Di encam de gelek wesayitên ku ji başûr û navarasta İraqê tên, li ber dergehên bajarên Kurdistanê hatine rawestandin.

Li ser vê yekê wezîrê karê navxweyî yê herêma Kurdistanê Kerîm Şengalî daxuyaniyeke rojnamevanî da û ragihand ku herêma Kurdistanê welatê hemû Îraqiyan e û tu pêkhatinên ku rê nadin malbatên Îraqî yên ji navarast yan jî ji başûrê İraqê tên, nînin.

Şangalî diyar kir ku piştî ku li xalên kontirolê bêne kontirol kirin, ji bo hemû malbatên Îraqê rê heye ku bikevine herêmê û tekez kir ku Kurdistanê rê li ber tu malbatekê negirtiye ku bikeve xaka wê.

PUKmedia

dîtin: 304

Pêveker:

wezerata navxweyî herêma kurdistanê welatê hemû Îraqiyane