• Têketin
  • Ziman
Wezîrek din dest ji kar û parlamenteriyê jî kêşa û gotinên balkêş kirin:

Wezîrek din dest ji kar û parlamenteriyê jî kêşa û gotinên balkêş kirin:


barkirin: Sermawêz 25, 2013, 12:59


Bila Serokwezîr jî dest ji kar bikêşe!

Piştî wezîrê karên nevxweyî û wezîrê aborî vê carê jî wezîrê hewîrdor û bajarvaniyê Erdogan Bayraktar jî dest ji kar û parlamenteriyê, kêşa.

Di operasyona 17 Kanûnê de kurê wezîrê hawîrdor û bajarvaniyê Erodgan Bayraktar, Abdullah Bayraktar jî hatibû girtin. Piştî lêpirsînê kurê wî hatibû serbestberdan lê ji ber ku navê wî di nava karên bertîl û gendeliyê de derbas bûye, weke wezîrên din ewî jî dest ji kar û erkê parlamenteriyê kêşa.

Bayraktar diyar kir ku hemû kar li ser gotinên Serokwezîr Erdogan pêk hatine û divê ew jî dest ji kar bikêşe.

Bayraktar beşdarê televizyona NTV ya Tirkî bû û got ku tiştekê ku ew bersiva wê nede nîne. Lê hemû kar jî bi gotinên Erdogan hatine kirin. Heger hewce bike bila ew jî dest ji kar bikêşe.

dîtin: 301

Pêveker:

wezîrek din dest ji kar û parlamenteriyê kêşa û gotinên balkêş kirin