• Têketin
  • Ziman
XELATA BERLIN A HUNERÊ YA MEZIN JI NIVÎSKARÊ KURD-ALMAN RE

XELATA BERLIN A HUNERÊ YA MEZIN JI NIVÎSKARÊ KURD-ALMAN RE


barkirin: Adar 18, 2015, 12:34


Sibe ne tenê rojbûna keҫa min Mîra ye. Her weha sibe, 18.03.2015, nivîskarê kurd-alman Sherko Fatah xelata hunerê ya mezin li Berlîn(Großen Berliner Kunstpreises) werdigre. Van rojên ku ez bi wergera romana Fatah Li Welatê Ser Sînor ve mijûl im, wergirtina xelata navderbasbûyî û rojbûna Mîra ji bo min du pîrozbahiyên bi hev re ne.

Ji bo xelata ku dê sibe bo Shêrko Fatah bê dan, îro şaredarê Berlin Michael Müller, daxuyaniyeke rojnamevaniyê belav kir. Hîn di destpêkê de Müller, Fatah wek „nivîskarê kurd-alman“ bi nav dike. Piştre balê dikşîne ser du kokên Fatahê kurê bavekî kurd û dêyeke alman. „Ev du kokên cûda, kesayetiya wî, tiştên ew dijî û yên li ser wan diponije pêk tînin û mohrê li berhema wî yî hunerî dixînin.“ Di dawiya daxuyaniya xwe de Müller: „ Herema kurdan li bakurê Îraqê van rojan bû xala wergêranê di rûdanên dunyayê de ku şer û rijandina xwînê destnişan dikin. Ev rewş bêhna mirov diҫikîne. Berhemên Fatah dikarin bi kêmanî bibin alîkar, ji bo em ji alî siyasî û mirovahiyê ve ҫêtir têbighêjin bê li wir ҫi dibe.“

Xelata navderbasbûyî di salvegera şoreşa Almanyayê ya 1848 her sal tê dan. Wer xuya ye ku piştî vê xelatê û gelekên berî wê Shêrko Fatah dê bikeve nav namzetên xela aştiyê ya yekitiya weşangerên Almanyayê. Bê guman Akademiya Swêdê ya ku xelata Nobelê belav dike jî hay ji Sherko Fatah heye.

Ez dixwazim bala we bikşînim ser xalekê: Bi gumaneke mezin dê ҫapa Li Welatê Ser Sînor ya 1. zû biqede. Ger hûn bixwazin libekê ji ҫapa yekemîn bi dest bixin, li pirtûkfiroşên taxa xwe bikevin dorê. Li min gotin.

Husên Duzen, 17.03.2015

Nîşe: Wergera kurdî ya romana Sherko Fatah a navderbasbûyî, di meha pêş me de li Stenbolê di nav weşanên Ayrɪntɪ de derdikeve.

dîtin: 374

Pêveker:

xelata berlin a hunerÊ ya mezin ji nivÎskarÊ kurd alman re