• Têketin
  • Ziman
Xelata Filman ya Lola Zêrîn li Elmanya geha xwedanê xwe

Xelata Filman ya Lola Zêrîn li Elmanya geha xwedanê xwe


barkirin: Gulan 11, 2014, 12:24


Xelatên Filmên Elmanî yên 64. Li Berlînê xwedanê xwe dîtin. Xelata Lola Zêrîn ya Filmê herî baş ji bo filmekî reş û sipî yê bi navê –Die andere Heimat(Welatê dîtir) hate dayîn. Film bi rêveberiya Edgar Reitz ve hatiye kişandin. Film ne tenê wekî filmê herî baş lê belê wekî Senaryoya herî baş û rêvebirê herî baş jî xelata Altin Lola wergirt.

Filmê ku reş û sipî hatî kişandin 4 demhijmêran dikêşe. Film li ser wan mirovan radiweste ku di sedsala 19. de ji ber hejarî, belengazî, perîşanî û birçîbûnê dixwazin ji Ewrûpa berbi Başûrê Emerîkayê ve koçber bikin.

 

lolazerin1Xelata Lola Zîvîn jî bo filmê bi çêkirina Elmanî û Norwêcî –Zwei Leben(Du Jiyan) hate dayîn.

 

Filmê Elmanî yê ku herî zêde xelat wergirtî jî filmê bi navê –Das finsters(Geliyê tarî) bû. Film xelatên, leyistikvanê herî baş yê cihgir, kameraya herî baş jî di navde tevde 8 xelat wergirtin. Filmê Elmanî ku bi milyona temaşevan kişandî xwe û di nava hilbijartiyan de dihate destnîşankirin, – Fack ju Goethe- jî destevala vegeriya.

lolazerin2

Xelata rûmetê jî bo derhênerfê filman Helmut Diehl hate dayîn.

Xelata –Xelatên Lola- ku ji aliyê Akademiya Filman ya Elmanya ve tê belavkirin bi nirxê xwe yê 3 milyon Euro ve xelata herî mezin ya Elmanya ye ku di warê çandê de tête dayin.

1600 endamê Akademiya Filman ya Elmanî hene.

 

DW

dîtin: 561

Pêveker:

xelata filman ya lola zêrîn li elmanya geha xwedanê xwe