• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Xeteriya Antîbiyotîkayê

Xeteriya Antîbiyotîkayê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Gelarêzan 22, 2017, 6:41


Zêde girtina antîbiyotîkayê rîska nexweşiya kula heftpençeyê ya rêvî/rûviyê zêde dike. Lêkolînerên Amerîkayî bi lêkolîna xwe tespît kirin ku rûviyê kesên demeke dûr û dirêj antîbiyotîka digirin, li gorî kesên din yên antîbiyotîkayê qet nagirin an jî pirr kêm digirin, zû bi zû bi polîpê re rû bi rû dimîne.

Lêkolîner xebatên xwe li ser tenduristiya 120.000 kesên ku di navbera 30 û 55 salî bûn, pêk anîne. Di navbera salên 2004 û 2010an de hejmara kesên bi nexweşiya kula heftpençeyê ya rûviyê nexweş ketine, li gorî salên din pirr zêde bûye. Kesên di navbera temenê 20 û 39 salî ku wê gavê antîbiyotîka du meh an ji du meheyan zêdetir girtibûn, li gorî hevsalên xwe yên antîbiyotîka negirtibûn, ji sedî sî û şeş caran zêdetir bi xeteriya polîpê rû bi rû mane.

Jinên di navbera 40 û 50 salî ku antîbiyotîka du meh an ji du meheyan zêdetir antîbiyotîka girtibûn, li gorî hevsalên xwe yên antîbiyotîka negirtibûn, ji sedî şêst û neh caran bi xeteriya polîpê rû bi rû mane. Dîsa kesên di navbera 20 û 39 salî ku antîbiyotika ji du hefteyan zêdetir girtibûn, li gorî hevsalên xwe yên antîbiyotîka negirtibûn, ji sedî heftê û sê caran bi adenomê rû bi rû mane. Rewşa kesên di navbera 40 û 59 salî ji kesên di navbera 20 û salî ne cuda bûye.

Profesorê nexweşiya kula heftpençeyê ya rûviyê Graham Newstead wiha dibêje; "Gumana min ji xebata pêk hatî tuneye. Helbet her polîpê ku çêdibe, rê li ber nexweşiya kula heftpençeyê venake lêbelê polîp çiqas zêde bibin ewqas jî bi nexweşiya kula heftpençeyê nexweş ketin zêde dibe. Divê em li ser girtina antîbiyotîkayê bisekinin, û ji bo nexweşiyên sivik yên qirik û sermayê negirin."

Çavkanî: The Guardian

dîtin: 72

Pêveker:

zanist lêkolîn antîbiyotîka kula heftpençe