• Têketin
  • Ziman
Xwedê alîkarê me be

Xwedê alîkarê me be


barkirin: Êlûn 20, 2013, 10:53


Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv li himber helwestê Rûdawê yê li himber nivîsa wî ya Quncikek ji ya Rûdawê şirove kir.

Nivîskar Helîm Yusiv berî bi çend rojan diyar kiribû ku nivîsandina wî ya heftenama Rûdawê bi rêka nameyeke elektronîk ji aliyê Rûdawê ve hate betalkirin. Piştî vê yekê şiroveyên li ser weşangeriya azad germtir bûn.
Bi taybet jî ji aliyê Rûdawê ve peyva -weşangeriya azad- di vebûn û destpêkirina karê weşangeriya rûdawê de gelek hate bilêvkirin. Li ser vê yekê piştî bûyera dawî ya rawestandina quncika nivîsê ya Nivîskarê Kurd di Rûdawê de pirs û gumanên cûrbecûr ji bo weşangeriya Rûdawê jî hatin holê.

Nivîskar Helîm Yusiv piştî bêdengiya çendrojekê şiroveyek li ser rewşa xwe û Rûdawê û bi giştî jî li ser weşangeriya azad ya Kurdî kir. Di şiroveya xwe de bi taybet li ser xala weşana azad di nav Kurdan de rawesta.
Di Şiroveya xwe de ku îro di Diyarname de û rûpelê Helîm Yusiv yê facebook ê de hatî weşandin de diyar kir ku bi hêviyeka mezin di Rûdawê de dinivîsî û bi hêviyeka mezin dihizirî ku ew dikare wekî nivîskarekî azad hizir û nêrînên xwe di Rûdawê de binivîse.

Di dawiya şiroveya xwe de Nivîskar Helîm Yusiv diyar dike ku bi vê bûyera dawî ve jî aşkere dibe ku weşangeriya Kurdî ji standartên cîhanî gelek dûre û arîşeya azadbûn û bêalîbûnê dijî. Nivîskar Helîm Yusiv di dawiyê de her çend hêviya xwe derbirîbe jî di alîkî de jî arîkarî ji xwedê xwest.

Hîna ji bo vê mijarê tu deng ji Rûdawê nehatiye. Dibe ku mijar ewqas mezin neyête dîtin jî. Lê ji bo nivîskarî, rewşenbîrî û bi taybet weşangeriya Kurdî -Rûdaw- a ku rû dayî giringe.

 

Şiroveya Nivîskarê Kurd Helîm Yusiv tevî hun dikarin li vira bixwînin

 

rewanbej.com

 

 

dîtin: 360

Pêveker:

xwedê alîkarê me be