• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YBŞ tola pêşmergeyên dîl hilda

YBŞ tola pêşmergeyên dîl hilda


barkirin: Rezber 9, 2015, 1:55


Hat ragehandin doh (8’ê Comtehê) Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)ê bi hevkariya Hêzên Parastina Gel û Yekitiya Jinên Azad (YJASTAR) êçend herêmên stratêjîk yên şengalê control kirine.

Ligor Ajansa NNSROJ berbanga 8’ê Cotmehê hêzên YBŞ’ê oparasyoneke berfireh li çeperên Rojavayê çiyayê Şengalê li dijî Grûpa Dewleta îslamî (DAIŞ)’ ê destpêkirine û di encamê de çend xalên startejîk kontrol kirine.

Oparasyon li herêma Geliyê Şilo li Rojavayê çiyayê Şengalê çêbûye û nêzî 12 demjimêran berdewam bûye û di encamê de zêdetirî 20 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin û gelek çek û cebilxane ketine destê hêzên YBŞ’ê.

Herwiha bilindahiyên ser deştên rojavayê bajarê Şengalê li nêzî sînorê Sûriyê jî ji aliyê hêzên YBŞ’ê ve hatiye kontrol kirin.

Tê gotin hêzên YBŞ’ê ev oparasiyon ji bo tolhildana zêdetirî 7 pêşmergeyên Kurd yên dîl ku hefteya borî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatbûn kuştin, rêkxistiye.

Firokeyên hêzên hevpeymaniya cîhanî li dijî DAÎŞ’ê, di oparasyonê de çeper û baregahên DAÎŞ’ê bi giranî bombebaran kirine.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê, ji çekdarên Kurd yên Êzidî pêktê ku mehek piştî komkujiya Şengalê hate damezirandin û ji aliyê Hêzên Parastina Gel ve hatine perwerde kirin, tê gotin hejmara wan çekdaran zêdetirî 4 hezar kesan e.

Hêjayî gotinêye, hefteya borî ji ber pêşrewiya hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê li Kerkûkê, DAÎŞ’ê bi weşandina vîdeoyekê serjêkirina zêdetirî 7 pêşmergeyên dîl ragihand.

Roja 5’ê Cotmehê, Fermandariya HPG’ê ya Şengalê ragihandibû ku gerîllayekî wan yê bi navê ”Mordem Tofan (Nîhat Sure)” di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye.

dîtin: 233

Pêveker:

ybŞ tola pêşmergeyên dîl hilda