• Têketin
  • Ziman
YNK ji ber lewheyên hilbijartinan ceza xwar

YNK ji ber lewheyên hilbijartinan ceza xwar


barkirin: Gulan 15, 2014, 2:38


Komîsyona bilind a hilbijartinan li Iraqê, ji ber sivkatiya ku derheqê serokê lîsteya Tevgera Gorranê li Silêmaniyê Heval Ebûbekir kiribû, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ceza kir.

YNKê di dema kampaniyên hilbijartinên 30ê nîsanê yên Parlamentoya Iraqê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê de serokê lîsteya Gorran li Silêmaniyê bi wê yekê tometbar kir ku “baesiye” û li ser tabloyan ku li cadeyên Silêmaniyê hatibûn danîn ev yek nivîsandibû.

Komîsyona hilbijartinan di biryara xwe de ku kopiyek jê gihiştiye Tora Medyayî ya Rûdawê, dibêje “li ser doza Gorranê, komîsyonê ew tabloyên ku li cadeyên Silêmaniyê hatine danîn şopandin û derket ku ew li dijî rênimayên komîsyonê ne”.

Di biryarê de hatiyed gotin ku komîsyonê bi qasî 5 milyon dînarê iraqî YNKê ceza kiriye.

 

RÛDAW

dîtin: 395

Pêveker:

ynk ji ber lewheyên hilbijartinan ceza xwar