• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YNK ji bo hilbijartinan BDP pîroz kir

YNK ji bo hilbijartinan BDP pîroz kir


barkirin: Adar 31, 2014, 9:56


Ji ber  serkeftina  hilbijartinên şaredariyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, pîrozbahiya xwe li hevserok û berpirsên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) kir û dazanîn ku namzatên BDP`ê yên dilsoz li Bakurê Kurdistanê mitmana û baweriya piraniya xelkê bi dest xistine û bi taybetî di 11 bajarên mezin de ku ji wan jî Mardîn, Agirî, û Bedlîs ku bajarên nûh hatine bidestxistin.

Ev jî deqa pîrozbahiya politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê :

Berêz hevserok û serkirdeyetiya BDP

Silav û rêz..

Bi boneya serkeftina proseya demokrasî ya hilbijartinên şaredariyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, em bi navê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe li we dikin ku namzatên we yên dilsoz li Bakurê Kurdistanê mitmana û baweriya piraniya xelkê bi dest xistine û bi taybetî di 11 bajarên mezin de ku ji wan jî(Mardîn, Agirî, û Bedlîs) ku bajarên nûh hatine bidestxistin.

Rêzdarên me..!

Ev serkeftin, didin selmandin ku ew proseya danustandina aştî li Tirkiye, ya ji bo çareseriya siyasî a kêşeya Kurdî û peydakirina mafên rewa yên demokratîk , paşvekişandinek bi dijberên proseya aştiyê li Tirkiyê kiriye.

Her ji bo wê yekê jî, pêwîste ew bighêje derencamê rêkeftineke siyasî û dibê jî cenabê Ebdula Ocalan jî bê azad kirin. Ev riya here li ber çav e ku aştî û aramî û mafên mirovan û tevahiya mafên demokratîk û serxistina proseya danustandina di navbera AKPê û PKKê de ye.

Piştî serkeftina hilbijartinên şaredariyan û mitmanaya cemewerê Kurd bi namzatên BDPê, vîna gelê me lawaz nabe û wê mafên demokratîk û aştî û avakirina rasteqîne ku li xwe girtiye.

Em bi navê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û hevalên xweşdivî, careke din germtirîn pîrozbahiyên serkeftinê li we dikin.
Her bijîn ji bo azadî û avakirina Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.

Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Silêmanî

PUKmedia

dîtin: 159

Pêveker:

ynk ji bo hilbijartinan bdp pîroz kir