• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YPG'ê heta niha 5 deriyên sînor xistine bin kontrola xwe

YPG'ê heta niha 5 deriyên sînor xistine bin kontrola xwe


barkirin: Êlûn 6, 2017, 12:21


Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, li herêma Rojava kontrola 5 deriyên (Efrîn, Kobanê, Tel Abyad, Resulayn û Dirbêsiyê) kete destê YPG'ê.

Hat diyarkirin ku ji aliyê rojhilat ve ji Deryaya Spî heta sînorê Herêma Kurdistanê yê Xêbûrê 9 deriyên sînor hene. Ji van 9 deriyên sînor Reyhanli-Bab-El Hava û Oncupınar-Bab es Selam di destê muxalifan de ye û vekiriye. Deriyê Kesep di destê rejima Sûriyeyê de û deriyê sînor ê Cerablusê jî di operayona Mertala Firatê de ji DAIŞ'ê hate paqijkirin û ew jî kete destê muxalifan.

5 deriyên sînor ên mayî ku texmînî di dirêjahiya 600 kîlometroyî de belav bûye di destê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye. Her 5 deriyên sînor ê navbera Tirkiye û Rojava ev in; Efrîn- Islahiye, Kobanî-Murşitpinar, Tel Abyad-Akçakale, Resulayn-Ceylanpinar û Dirbêsiyê-Şenyurt in. Berî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji sedî 35ê bazirganî û serdanên navbera Tirkiye û Sûriyeyê li ser van deriyê sînor pêk dihat.

Piştî ku kontrola ev her 5 deriyên sînor ên Rojava kete destê hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Tirkiye deriyê sînor girtin û heta niha jî girtî ne.

Sputnik

dîtin: 70

Pêveker:

sînorên kurdistanê sînorên di destê ypg'ê de