• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
YPG/YPJ ji bo terora li Fransayê daxûyanî da

YPG/YPJ ji bo terora li Fransayê daxûyanî da


barkirin: Gelarêzan 17, 2015, 8:21


Fermandariya YPG/YPJ’ê di daxuyaniyeke nivîskî de ji gel û hikûmeta Fransayê re sersaxî xwest û ragihand ku ew ê ji aliyê xwe ve şerê li dijî terorê heta dawiyê berdewam bikin.

Daxuyaniya fermandariya YPG/YPJ’ê ku di malpera fermiya PYD’ê de hatiye weşandin wiha ye:

“ Weke Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin’ê em ji hikûmet û gelê Fransayê re sersaxiyê dixwazin. Di vê êş û xemgîniyê de em li rex hikûmeta Fransa, gelê Fransî  û malbatên qurbaniyan disekinin.”

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye: ”Ev êrîşa terorîstane diyar dike ku DAIŞ xetereyeke mezin li ser tevahiya mirovahiyê ye, ev tororeke cîhanî ye û divê hêzên navnetewî bêhtir li dijî wê bisekinin.”

Di dawiya daxuyaniyê de behsa rolê Fransayê di şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê hatiye kirin: ”Em rolê Fransayê di şerê li dijî DAIŞ’ê de girîng dibînin. Di şerê li hemberî terorê de em piştgiriya gelê Fransa û hikûmeta Fransî dikin. Em ji aliyê xwe ve heta dawî hatina vê grûpa terorîst dê şerê li dijî terorê dewam bikin.”

13’ê Mijdara 2015’ê Grûpa Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Parîs a paytexta Komara Fransayê ji sê aliyan ve hedef girtin û di encamê de zêdetirî 150 kes bûne qurbanî û bi dehan kes birîndar bûn.

 

dîtin: 237

Pêveker:

ypg ypj ji bo terora li fransayê daxûyanî da