• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zarok û Cewrik

Zarok û Cewrik


nivîskar: Şêxmûs Sefer
barkirin: Gelarêzan 26, 2017, 7:38


 

Weki gelek tiştan ev demeke min navber dabû nivîsê jî. Ev dîsa vegereke ji vegerên min û bi vê nivîsê jî ji we re dibêjim merheba!
Mirov çi bijî xweş e an çi binivîse wê dilê wî rehet bike ev bêguman li gorî her mirovî diguhere. Lê hin tişt hene bi tevahiya girseya xwe dikare dilê gelek kesî biêşîne û xweş jî bike. Bêguman ev yek ji bo kesên ku ‘mirov’ mabin derbasdar e. Eger em behsa rewşa Kurdan ya giştî bikin bi baweriya min dilê gelek Kurdan bi her awayî ji siyaseta giştî ya Kurdan sar bûye û naxwaze qet wê derûniyê bijî û bîne bîra xwe. Li bakur ne dûr, yek du sal berê hemû bajarên Kurdewar hatin wêran kirin ku anha jî em nizanin bê kê dixwest çi bike û armanç çi bû. Li başûr jî ev dem bi komkujiya Êzidiya destpêkir û bi teslîmkirina Kerkûkê jî gihişt asta herî bilind. Heta anha ji bo siyaseta Kurdan em dikarin bêjin ku hemû berpirs, rêber û serokên Kurdan li gel van hemû keraseta jî şûr simbêlê wan nabire! Çand ne tiştekî demkiye ku were û biçe, wexteke dirêj jê re divê. Ev siyasetmedarên me yên Kurd jî êdî xwedî ‘çandeke’ êcêb in ku gelê xwe bi tiştekî nahesibînin. Eger wekî serê derziyê hesabê gelê xwe bikirina wê li bakur û li başûr qet ema qet nebe carekê, bê mahdê xwe be jî, wê bi serê zimanê xwe lêborînek ji gelê xwe bixwestana! Lê ka ew mirovên esîl li ku ne!
Du sê roj berê nêzî mala me sê cewrik peyda bûn û di nava erdekî de di qulikekê de disitirîn ji xwe re. Piştî ku hayê me ji wan çêbû ez û keçika xwe sibehê û êvarî me diçû di wê qulika wan de şîr dida wan û tekiliyeke xweş dinavbera me de çêbibû. Çend cara min dît zarokên taxê tên cem cewrikan, min guman kir ku wan bibin, ji ber wê ez çûm û bi zimanekî xweş min ji wan re got ku îşê xwe ji wan neyînin û bila li vir heta demekê mezin bibin. Rebena diya wan jî her dem ji ber tirsa zarokan tibabekê ji wan dûr disekinî û bi ewte ewta xwe daxwaz dikir ku tiştekî bi cewrikên wê nekin. Duho dema bi kêxweşî ez û keçika xwe çûn li ber cihê wan sekînin me dît ku dudo ji wan kêm in û ya maye jî xwe di cihê herî dawî de veşartiye û ji tirsa nêzî me jî nabe. Çi bêjim kûzkûza wî cewrikî agir bi kezeba min xist û ji bo ku negirîm min xwe bi zorê girt. Diyar e herdûyên din girtibûn û biribûn û ev cewrik jî ji dawiya qulikê derneketibû û wisa xwe ji bo demekê xelas kiribû. Dema me şîr bera kotka wî da bi çavekî tirs xwe nêzî me kir û dema zimanê xwe li şîr dixist dibin çavê xwe de li me jî dinerî ku gelo emê jî bi qirika wî bigirin û bibin an na! Piştî vegera malê wekî min du zarokên xwe wenda kiribe û aqilê min li ser wî cewrikî ma bê gelo çi difikirî bi tenêbûna xwe. Tu kesekî wî nemabû û wê vê şevê bêyî germahiya du xwûşk û birayên tenê bijiya! Bi şev her li wan cewrika fikirîm. Û li zarokên bê wicdan. Gelo em zarokên xwe çawa mezin dikin. Qey pir ji hezkirina dê û bavên xwe bêpar in ku dikarin ew qas bê wicdan bibin. An jî qey pir ji dê û bavên xwe lêxistinê dixwin ku wisa dikarin îşkêncê wekî diya min digot li wan heywanên kerr û lal bikin! Ji hêla civakî, aborî û çandî mirov dikare gelek tiştan binivîse lê bi ya min di encamê de hewce nake. Bi şev yek kêliyê ew cewrik ji bîra min neçû û pê re ew keçika Êzidî ku dema Daîşê bi hevkariya gelek hêzan êrişî Şengalê kiribû, ew zaroka piştî çend roja hatibû dîtin ku diya wê jê re gotibû; ez û tu dilîzîn û heta ez te nebînim tu ji vir dernekeve û dema hatibû dîtin jî li diya xwe pirsî bû û gotibû min xwe veşartibû ka çima diya min dernakeve!
Erê. Vê sibêhê jî dema çûm cem cewrikê mayî min dît wa ew jî birine. Yanî divê yek jî li pişt xwe nehiştibana. Dema bi xemgineke din ez vegeriyam malê keçika min got; ev jî ji xwe re dibêjin em Kurd in!
Nizanim Kurd çawa ne êdî û doza çi dikin. Ew Kurdên esîl çûn û li şûna wan tiştekî ecêb peyda bûye. Bêguman zarok heta radeyekê nizanin çi dikin lê divê em ji xwe nepirsin gelo em nifşekî çawa mezin dikin. Lê ya mezinên me, rêberên(!) me, ew çi dikin! Hin ji wan bi biryarên xwe bajaran didin xera kirin, hin ji wan bajaran teslîm dikin!..
Bêguman wê dîrok her tiştî bêje û binivîse lê ez anha êşa wê keça Êzidî û wî cewrikê hanê difikirim. 

dîtin: 134

Pêveker:

zarok û cewrik Şêxmûs sefer