• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zekaya Çêkirî û Tespîtkirina Nexweşiyên Dil

Zekaya Çêkirî û Tespîtkirina Nexweşiyên Dil


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Adar 4, 2018, 7:24


Ji şîrketên cihêreng ên Google, şîrketa bi navê Verily vedîtina metodeke nû ya nexweşiyên dil bi rêya wergirtina fîlmên çavên mirov tespît dike, pêk anîn. Bi rêya analîzên li ser fîlmên ku ji çavên mirov dihêne girtin, nermalava (software) şîrketê zanyariyên başebaş werdigire.

Lêkolînerên cihêreng ji bo pêkanîna algorîtmayê, li ser daneyên bijîjkî/tibbî yên 300.000 kesên nexweş hûr bûne û her carê fîlmên du kesên nexweş bi hev û din muqayese kirine ku ji du kesên nexweş, yek bi nexweşiyeke dil nexweş bûye. Nermalava şîrketê kesên nexweş û ne nexweş bi awayeke baş û serkeftî ji hev veqetandiye û her wiha tansiyon û temenê kesên nexweş jî tespît kiriye. Algorîtmaya Googleê ya bi awayeke jixweber, bi gotineke din bi xwe xwe fêr dibe, ji sedî-heftê di pêşbîniyên xwe de ku kesên bi rîska nexweşiyên dil dihatin tespîtkirin, serkeftî bûye. Analîzên li ser daneyên bijîjkî/tibbî bi xêra nermalavê a bi navê “machine learning” pêk dihatin.

Heya vê gavê di warê bijîjkî de bikar anîna nermalava “machine learning” an jî nermalavake din pêk nehatiye û lêkolîner di warê zanistî de bi “zekaya çêkirî” gava pêşin avêtine. Algorîtmayên bijîjkî ên sedsala me bitenê dikarin teşhîsên heyî analîz bikin. Lêbelê algorîtmaya nû daneyên bijîjkî ên heyî dihîne ba hev û li hev zêde dike û kesên bi nexweşiyên dil tespît dike.

Lêkolîner diyar dikin ku di dahatûyê de, zekaya çêkirî dikare di warê bijîjkî de bêyî dîrektîfên benîadem metodên nû û karên pirr girîng pêk bihîne, û angaşt (îdîa) û mijara ku kompîtor bi xêra zekaya çêkirî û machine learningê teşhîsên nû ên li ser bingeheke berfireh pêk dihîne, bi serê meseleyeke kûr û balkêş e. Ji ber vê jî Google piştgiriya projeyên bi vê rengî dike.

Çavkanî: Nature

dîtin: 172

Pêveker:

zanist zekaya Çêkirî feraset google fîlm scan Çav