• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ziman Hebûna milete

Ziman Hebûna milete


barkirin: Hêzîran 14, 2013, 2:58


Nivîs: Paşa Amedî
Ez di nivîsên xwe de bi destûra Xwedê heta ku ji destê min were ez ê bi Kurdî ji we re binivisînim, distûrek min ev e. Çimkî nivîskarên ku bi tirki dinivîsînin pir in, divê ku em xwe bidin ser zimanê xwe, zimanê zikmakî yê dewlemend.

Ziman, di nav mirovan de têkiliyê çê dike, nîşana warê meriv û qimeta meriv dide zanîn, kesitiya meriv dikemilîne. Însan bi ziman civakî dibe.

Her çiqas ku heywan bê ziman be, bi dengê xwe, bi bînê û hîsê xwe hev û du nas dikin, ango bi zimanê halê xwe, ku bi zimanê hal jî be car jî ziman tê hesibandin.

Meriv jî bi ziman, bi zimanê xwe xwe nas dike, gelê xwe nas dike û tê naskirin. Xwedî millet û xwedî dewlet, dewletê ku ava bûnin an jî pêşiya avakirina her dewletêkî de ziman heye, di saz kirina her dewletan de mêze bikin ku çand, hunerî û edebiyat bi zimanê kîjan milleti pêşde çûye, kîjan gel xebat kiriye ew gela xwe pêşde xistiye, ew bûye miletê azad, xwedî dewlet û ew bûye gelê serbixwe.

Avakirin û sazkirina her medeniyetan, di pêşveçûna milletê de yê ewul ziman e, meriv û gel li bin bandora ziman şiyar dibin û ji xwe haydar dibin. Ji bo vî ziman ne bê qêmet e. Divê zimanan em biçûk nebînin, ziman koka meriv e, ji bîr nekin ku her tişt li ser koka xwe hêşîn dibe.

Em îro li gelê xwe mêze bikin, li xwe mêzekin, li mal û malbata xwe… Em ji xwe bipirsin ku em bi zimanê kê nêta xwe dînin û dia dikin, bi zimanê kê fîlm temaşe dikin û çîrokên kê dixwînin û em bi zimanê kê difikirin. Wexta ku em tên cem hev bi çi zimanî qise dikin, divê haya me ji me hebe.

Ustad Bediuzzaman ji me li xwedî derketina ziman dixwaze, xîret û hemiyet… mihebeta millî, hemiyeta mîllî, wek Halil Xeyalê Motkî nîşanê me dide.

Bi rêç û eslê xwe yê Kurd feqet nijastperestê Tirk Ziya Gökalp ku diderbarê ziman de wiha dibêje “Serxwebûnek bi ziman, destpêka serxwebûna siyasî ye”

Kî xwe bike xulamê nefsa xwe, wê bibe miroveke biçûk, hemiyeta kê gel û milet be, wê bibe  milletekî mezin, li gora şuxulê xwe yê di qelbê gel de bi cî bigre.

Dibêjin ku li ser rûyê dinyayê di nav heywan de ji cinsê xwe re herî bêbextî û xayîntî kiriye  kew e, ku kew jê cinsê xwe re xaîntî bike jî dîsa zimanê xwe ji bîr nake û bi zimanê xwe dixwîne û deng dide.

Birano! Serî  xwe rakin, bi heş û fikrê xwe li xwe meze bikin; li bav û kalên xwe, ji heta heft bavê me jî bi zimanê kê qise dikirin û kirinin, bi kîjan zimanê, an jî bi zimanê çawa?  Bîne bîr û heşê xwe, li xwe haybe, haya te ji te hebe, ka çîroka te ya bi ziman xweş, çîrokên dayîkan.

Îro çîrok û destana me windaye! Em çîrokên xwe nizanin, çîrokên me kirinin çîrokên xwe, çanda me kirine tore (foqlor) yê xwe. Ka çîrokê kalê me yê qedîm? Kuda çûn û kê bir? Ku zimanê me ji destê me here, winda bibe, tevlihev bibe an jî em zimanê xwe ji bîr bikin em ê bibin bê ziman û milet.

Zimanê meriv wek neqş e, neqşa qederêye, meriv xwe bide ser kîjan zimanê, bi wê zimanê qise bike û bi salan jiyana xwe domke, ew edet û xûyê wî miletê digre, rû û lêvê şeklê wan rengê wî cinsê digre, sûreta wan hêdî hêdî tê guhertin yanê “sûreta însan li ser ziman ve teşe digre.” Paşê rêveçûna xwe jî şaş dikin! Merivê ku derin Ewrupayê yan jî Emriqayê bi salan zimanê Îngîlîzî qise dikin wexta ku tên welêt rind bala xwe bidinê..Kîjan milet bibe bira bibe merivê here nav kîjan miletê ku bi zimanê xwe qise neke, ew hêdî hêdî xwe winda dike û dibe ji wê miletê.

Min şaş fehm nekin, ez nabêjim ku zimanan nealimin û hîn nebin, çimkî peyxamberê me Hz.Muhammed jî wiha dibêje “Her zimanek merivek e” Em îro çiqas zimanan bielimin ji me re pir baş e û pir zimanî dewlemendiye. Ez dibêjim ku zimanê xwe yê zikmakî yanê zimanê Kurdî bi jîndar bike, biaxife, bi nîvisîne ku berhemê gelê xwe yê windayî û veşartî derxin holê. Çimkî zimanê me şûnda maye û gelek di paşta xistinin.

“Ji her qewmekê re pêyxember hatiye şandin” û her pêyxember bi zimanê wê qewmê, gelê xwe re gotin û şîret kirine. Xwedayê me me Kurd afirandiye û zimanê Kurdî daye me, me wiha çêkiriye, me wiha qewul kiriye, ev jî şeref û rûmeta meye.

Em xwe bi xwe re, bi qelb û wîjdanê xwe re pirs bikin ku gelo îro di xewn û xeyalên xwe de em bi kîjan zimanê qise dikin, bifikrin, bifikrin… biponijin!.

Ma êdî bes nin e, ne bes e, em êdî di şopa Ehmedê Xanê, Halil Xeyalê yê Motkî, Feqêyê Teyran, Elî Herîrî, Meleyê Cîzîrî herin, em bi dû wan herin, em xwe bavêjin bextê wan ku em vegerin ser eslê xwe! Di bi sîvan û bandora wan de em xebat bikin, bişuxulin û xîretbikin.

Ji bîr nekin “ziman hebûna me ye, hebûna milletê me jî ziman e”, ku ziman hebe em jî henin û gel jî heye, ku ziman tune be milet jî tuneye. Xwedî derketina li ziman êdî di destê me de ye.
14.Gulan.2013
Paşa Amedî

dîtin: 184

Pêveker:

ziman hebûna milete