• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Zimanê Leylayan û Siyaset

Zimanê Leylayan û Siyaset


barkirin: Nîsan 4, 2014, 4:08


Kurd li gel siyaset û tekoşîna xwe ya netewî hertim dinava xwe de jî dinava tekoşînekê de bûne. Ev pevçûn gelik caran siyasî, gelik caran çekdarî gelik caran jî devkî çêbûye. Lê rastiyek jî heye, piraniya aliyan ji karkirin û keddan û pêşdebirin û mezinkirina doza Kurdewarî bêhtir di derdê aliyê dîtir û dijberiya aliyê dîtir de ne.  Hêzên Kurdan wekî PKK an jî PDK an jî YNK herkes di aliyê xwe ve di nava tekoşîneka Kurdewarî de ye, her çend gelik caran nakokiyên navbera parçeyên Kurdistanê bandor û karîgeriya xwe li ser partiyan bikin jî, bi taybet alîgir, beşdarvan û piştevanên van partiyan gelê Kurde.

Lê parçeyê mezin, bakurê Kurdistan xwedî giringiyekî mezine ji ber ku mofika Kurdistanê, an jî rayê piştê Bakurê Kurdistanê ye. Bo vê yekê jî di dema şirovekirin, pesindayîn an jî rexnegirtinê de bakurê Kurdistan bêhtir dibin bar deye.

Di hilbijartinên dawî yên Tirkiyê de dîsan gelik tiştan xwe dûbare kirin.

Dema ku Leyla Zana di parlemena Tirkiyê de sunda xwe bi Kurdî xwendî 06 ê Kanuna 1991 ê bû. Eve 23 sal ser bi wê rojê ve çûn. Wê demê jî cîhan hejiya bû. Jineka Kurd bi remzên Kurdewarî di parlemena Tirkiyê de bi Kurdî sund xwendibû û qala biratiya Kurd û Tirkan kiribû. Rewşekî dîrokî bû û gelek awartebû.

Dema Leyla Imret jina cizîrî di CNN Turk ê de bi Kurdî beşdarî hevpeyvîna Cuneyt Ozdemir bûyî dem; 02.04.2014 bû.

Dîsan em karin bêjin dinya hejiya, jineka Kurd ku li gorî sedeyê rayê herî zêde wê girtî û jina herî ciwan di nav şaredaran de ewe ye, bi cil û bergên xwe yên Kurdewarî beşdarî bernameya CNN ê bû û bi rêka wergêr bi Kurdî axifî. Biqasî medyaya Tirkiyê ya cîhanê jî bala xwe da ser lê aliyê seyr ewe ku Kurdan ji herkesî bêhtir bala xwe dane ser vê helwesta jina Kurd.

Tevgera PKK ji xwe di bingeh û felsefeya tekoşîna xwe de zimanê Kurdî ne rûniştandiye û mebesteka bi vî rengî jî hetanî neha jî di asoyê siyaseta PKK ê de xwuyan nake.Ji ber ku PKK têdikoşe, lê zimanê vê tekoşînê jî tu car giring nebûye. Ziman û tekoşîn ne yekin. Îro li Amedê, li Nisêbînê, li Wanê û deverên dîtir Kurdistanê bi hezaran ciwanên Kurd ji bo zimanê Kurdî derdikevin kolana û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê didin ber keviran û agir. Lê belê beşekî mezin ji wan tekoşînvanên Kurd jî bi Kurdî na peyivin û bikar jî nayênin. Ciyê ku tête tekoşîn kur û giran bûye hertim ziman wekî diyardeyeka dawî an jî bêkêr an jî bêwate hatiye dîtin û maye li paşê. Eve jî bêgûman bê çi bê siudî ye tenê di civaka Kurdan de heye.

Dema ku zimanê Kurdî dibe mijara gotin û rexneyê herkesê ku di warê zimanê Kurdî de qels û bêhêze keda xwe û tekoşîna xwe wekî çekekê derdixe pêş.

Lê rastiyek û yasayeka vê jiyan û civakê jî heye. Ji aliyê hemî zanyar, kesên bîrewer û zimanzanan ve jî aşkere bûye ku mirov çi dike bila bike, bi taybet di yasaya civakê de zimanê wî nasname û paseporta wî ya cîhanê ye. Derveyî ziman tu tiştekî dîtir mirov nikare bibe xwedî cih an jî statu an jî rewşeka xwe bi xwe. Tekoşîn ji bo hebûna Kurdewarî tête kirin, ked ji bo nasname û ziman tête kirin lê ji bo ku ziman neyête bikaranîn bi hezaran biyano û sedem derdikevin pêş. Her çend di warê kes û hindek sazî de hewldanek ji bo parestin û pêşdebirina zimanê Kurdî hebe jî li gorî tekoşîn, derfet, hêz, tuwana û deriyên vekirî yên li pêş tevgera PKK evana gelek kêmin û mirov dikare bêje ku qet bandorekî wana jî nîne.

 

Li gorî ku rêxistina PKK hêza herî mezin ya Kurdan e, û ji her çar parçeyên Kurdistanê endam, şervan, piştevan alîgirên xwe hene, li gorî ku di rabihurîna Kurdan ya 40 salên dawî de û di dema me ya neha de PKK bi aliyê xwe yê siyasî di hola Kurdistan û cîhanê de xwedî ciyekî mezine û di warê razberî an jî manewî de jî ciyekî taybet di nava hestên Kurdan de girtiye wê demê PKK çi zimanî bikar bîne ew ziman di nava Kurdan de dê bibête desthilat. Û mixabin hetanî neha di vî alî de mirov nikare qala rewşekî erênî bike ku zimanê Kurdî bûye armancek ji armancên sereke yên rêxistinê û piraniya alîgirên PKK ê. Wekî me li jorê gotî jî çiqas di nava rêza armancande ziman hebe jî, çiqas helwest û hewldanên kesane û hindek saziyan hebe jî ev yek li gorî derfetan pir guhertinekî berçav nade çêkirin.  Ji bo vê yekê jî bi hemî gav û derfetên –Pêvajoya çareseriyê – ve jî, bi hemî bicîhatina xwestekên Kurdan yên giring ve û rewşa bêşerî û tekoşîna siyasî ve jî li Tirkiyê Kurdîtiya bi Kurdî nayê kirin û di vî warî de herçend derfetên mezin hebin jî pêşveçûn gelekî qelse. Siyaset bi Tirkan re bi Tirkî, axaftin bi Tirkan re bi tirkî, têkilî bi Tirkan re bi tirkî tiştekî gelek asayîye, çawan ku kes nikare bi ingilîzekî re bi kurdî, bi elmanekî re bi Kurdî bide û bistîne bi Tirkekî re jî bi Kurdî mirov nikare bide û bistîne, lê mixabin bi Kurdan re bi Tirkî, bi Kurdan re siyaseta bi Tirkî, bi Kurdan re torbend û interneta bi Tirkî, bi Kurdan re medayeka bi Tirkî, bi Kurdan re têkiliyek û peywendiyeka bi Tirkî derveyî berjewendiyê Kurdane û tu suda xwe jî ji Kurdan re nînin.

Gund û bajarên Kurdistanê yên ku berî bi 25 sal bi darê zorê hînî Tirkî bûne îro bi darê zorê hînî Kurdî nabin. Eve jî bingehê xwe rasterast ne ji dibistanên wan gundan lê belê ji siyaseta Kurdî digre. Êdî ew dema ku Kurd tawanbarekî bi navê –Asîmîlasyon- bibînin bihurîye. Îro eger ku şaredar di destê Kurdan de ne, îro navê kolanên bajaran jî navê şehîdan dikare lê bête danîn. Îro ku Kurd dikarin binavê navdarên xwe deverên çandî vekin wê demê tawanbarek bi navê – Dibistanên Tirk, asîmîlasyona tirk, çanda tirk, şerê taybet, tesîra komkujiyên ku tirkan kirî- û biyanoyên bi vî rengî nemaye. Tawanbarekî vêarîşeyê hebê ew jî siyaseta Kurde, ne tukesî dî.

Ji aliyê dîtir ve beşekî Kurdan heye ku ew jî rexneyan di vê xalê û gelik xalên dîtir de digrin. Armanca Rexneyên wan jî bêgûman PKK ye. Bi gelik aliyên siyasî ve û aliyên dîtir vejî PKK rexne dikin, bêguman rexnekirin, rexnegirtin alîyekî gelek hêja û bi nirxe ji bo pêşveçûneka gelêrî. Û rexneyên herî zêde û pir jî li himber PKK di warê ziman de têne kirin. Hejmareka zêde Kurdên ku berê di nava siyasetê de û neha jî an di rewşekî runiştî de ne an jî li gorî xwe ked didin û ji bo Kurdewarî kar dikin. Lê mixabin dema ku rexneyê li ser siyaseta Kurdî dikin bi taybet siyaseta bakurê Kurdistanê û di warê zimanê Kurdî de gelik qelebalix dikin ew jî bi Tirkî dikin. Rewşeke gelek seyre ku piraniya van Kurdên ku rexnegirî di pêşya hemî karê wan de tê tu projeyekî ciddî di warê Kurdewarî de na afirînin û eger kedekê didin jî bi Tirkî didin. Navê vêya jî dibe Kurdîtî bê guman.

 

Hizrekî gelek xelet di nava xwîna Kurdan de bicih bûye heye ewe jî eve ye.

Eger ku em bi Kurdî binivîsin kesek naxwîne, kesek nanivîse, kesek nabîne, kesek nizane.

Ev hizrên puç yên berî 30 salîne. Berî seh salî jî xelet bûn û neha jî xeletin. Eger ku nivîskarên Kurd li benda xwendevanên xwe bin yek nivîskar namîne hemî divê dest ji nivîskariyê berdin.

Lê dest ji nivîskariyê berdanê em deynin aliyekî êdî rojê 4-5 pirtûkên Kurdî têne çapkirin. Hejmara pirtûkên Kurdî dighêje deh hezaran. Û bêguman xwendevanên van pirtûkan gelek kêmin. Lê derveyî çend kesekî xwedî hesabên cuda hîna kesekî negotiye ez dest ji Kurdî berdim jiber ku kes naxwîne.

Lê eve çi hizre ku di nava gelek Kurdan de yên ku bi Tirkî dijîn de peyva yekem eveye.

-Ji bo ku hun baştir têbighêjin ez dê bi tirkî binivîsim- bêguman vêya jî bi tirkî dibêjin.

Him siyaseta Kurdan, him jî Kurdên Tirkîhez di vê mijarê de xwe di xapînin, xwe biçûk dixin. Ew dijminê we yê ku hun gelek dixwazin ku we fam bike ji xwe eger ku hêz û giringiyeke we hebê dê peyvên we, gotinên we, daxwuyaniyên we, şiroveyên we bi rêka zilamên xwe, sîxur û wergerên xwe wergerîne. Pêwist nîne hun têkevin nava hewldanekî wisan de ku ew we fam bikin. Hindekî jî wekî xwebin bila ew pey famkirina we de bin.

Li hemî deverê cîhanî bi vî rengîye. Wezîrek, balyozek, serokek bi zimanê xwe diaxife û an bi cîhazan an jî bi rêka wergêr yekser tête wergerandin. Lê kesên rewşenbîr, nivîskar, kesên hunermend, gelek siyasetmedar, şaredarên gelek welatên cîhanê nabêjin ka em bi zimanekî ditir bi gelê xwere bi axifin da ku gelên dîtir an jî dijminên me baş têbighêjin. Felsefeyekî wisan seyr û ecêb di tu gelê dîtir de nîne. Kesek nabêje ez bi zimanê xwe bijîm cehennema wan kirî kî tê dighêje, kî tê naghêje. Bêgûman êdî Kurd hejmareka zêde bi Kurdî dijîn, her sal ev pêşveçûn duqat sêqat dibe.

 

Başe di rastî de Kurd çi dixwazin?

Kurd Kurdî dixwazin. Di axaftina Leyla Zana ya berî 23 salan de Kurdan ev got. Xwedî lê derketin, serbilind bûn, pê şa bûn. Kelecanî bûn. Kurdên di nav komarê de, Kurdên heya wan ji Kurdewarîyê tunebûn jî kêfxweş bûn. Du gotinên Kurdî di parlemena Tirkiyê de bo Kurdan remzeke dilxweşiyê ya mezin bû, remzeke serbilindiyê bû. Eve hestê Kurdane. Kurd wê xwesteka di nava hinavê xwe de di rewşên wisan de derdixe derve.

 

Di axaftina Leyla Imret de jî heman tişt bû. Vê carê şaredareka Kurd li bajarekî Kurdistanê ku bi awayekî fermî di bin nîra Tirkiyê deye, bi xwesteka xwe, zimanê xwe yê zikmakî bo xwe kiriye bingeh û dixwaze ji hemwelatî û hembajariyên xwe re siyasetê bike û xizmetê bike.

2 sedemên çepkên ji bo Leyla xan hene.
Sedema yekê ewe ku – Em zimanê xwe dixwazin, em Kurdîtiyê dixwazin, em dixwazin ku welatê me, xaka me him bê şer û pevçûn be, lê bi Kurdî be, bi Kurdewarî be, bi vîn û xweserî be. Em siyasetmedarên xizmetkar ku bi hestên Kurdewarî pir û tijî dixwazin. –
Sedema duyem jî ewe ku – Her bijî Leyla Imret bi Kurdî axifî, serkeftinekî gelek mezine, kurdî gelek zehmete, li Tirkî bi Kurdî bi rêka wergêr beşdarbûna bernameyên TV yan jî gelek zehmete, gelek hêrsbûnê dide çêkirin, jêre wêrekî dixwaze, hêz dixwaze, ev gav avêt bi rastî jî serbilindiyekî mezine ji bo jina Kurd û bo siyaseta Kurd bo vê yekî em pîroz dikin û li çepka dixin. – bi vî rengî mijarê gelek mezin dikin û zimanê Kurdî dîsan dibe kabus, zimanê Kurdî dîsan dibe tiştekî zehmet, zimanê Kurdî dîsan dibe xewn êdî hetanî 23 salî dî da leylayeka dî derkevê û li deverekê bi Kurdî bi axife.

Bêguman sedema duyem ya çepkan ji bo Kurdan metirsiye. Sedema yekem jî xwesteka Kurdane.

Kurd êdî gelekî siyasîne û eve demeke dikarin siyaseta sivîl bikin, Eve çil sale hertiştê Kurdan li gorî şer dimeşiya, jiyan li gorî şer dimeşiya, rexne û dijberî li gorî şer dimeşiya, êdî ne ew deme. Êdî ji gel re serkêşî, hişmendî, zanayî, rêzgirtin, Kurdewarîbûn, ziman, xwedî derketin pêwiste. Êdî ji paqijiya kolanên bajêr, hetanî piştevaniya vekirina ciyên çandî û hunerî û ziman wêrekî û zanayî pêwiste.

Bo vê yekê jî Kurd bi helwestên xwe yên li himber Leyla yan him ziman û Kurdewarîya xwe dixwaze, him jî siyaseteka ku karibe arîşeyên wan yên jiyanê çareser bike dixwaze.

Rewanbej.com/sirove

 

Sunda Leyla Zana ya 06.11.1991 ê

Hevpeyvîna Leyla Imret ya 02.04.2014 ê

dîtin: 328

Pêveker:

zimanê leylayan û siyaset