• Têketin
  • Ziman
Zozan Sîma: divê roja dijî tundîtiyê ji sembolbûnê derkeve…

Zozan Sîma: divê roja dijî tundîtiyê ji sembolbûnê derkeve…


barkirin: Gelarêzan 25, 2014, 10:45


Endama Komîteya Jineolojiyê Zozan Sîma, diyar kir ku şîdeta li ser jinê li her qadê heye û got ku her çiqas jinê bixin nav zor û zextan jî jin xwedî dînamîzma azadiyek mezin in. Sîma bal kişand ser berxwedana YPJ’ê ku li eniyê şer dikin û banga rêxistibûnê li jinan kir.

Zozan Sîma ku ji ANF’ê re axivî  û got ku jinên Kurd ji bo 8’ê Adar û 25’ê Mijdarê bikin rojên azadiyê, bi çalakî û rêxistibûnan rolek girîng dilîzin.

Hûn ê der barê 25’ê Mijdarê de çi bêjin?

25’ê Mijdarê li ser bîranîna xwişkên Mîrabel ku ji aliyê rejîma faşîst a Komara Domînîk hatin qetilkirin tê destgirtin. Bi salan e li hemû cîhanê bi vê wesîleyê şîdeta li ser jinê tê şermezarkirin. Rêbaz û amûrên têkoşînê tên nîqaşkirin. Ev girîng in.

Em wek Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê daxwaz dikin ku divê ev roj ji sembolbûnê derkevin. Jixwe tevgera me ji bo ku 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê bi çalakiyan derbas bibe rolek girîng dilîze. Li ti deverê cîhanê wek Kurdistanê ev roj nayê pêşwazîkirin û pîrozkirin. Her kes dizane ku tevgera me xwedî li vê rojê derdikeve. Desthilatdariyên faşîzan bi awayekî herî hov êrîşî jinan dikin. Em dizanin ku em bi heman awayî bi şîdeta, hevser, bav, bira, hezkirî re rû bi rû ne.

Em roja têkoşîna li dijî şîdeta li hember jinê, bi awayekî ku ji kokê ji holê rabe, çareseriyên mayîn de pêk bên û pêngavên erênî bên avêtin de digirin dest.

Di şerê Rojhilata Navîn de şîdeta şer jinê hedef digire. Çima DAIŞ jinên Kurd hedef digire?

DAIŞ îfadeya herî faşîzan, hov a pergala serdest ya mêr e. DAIŞ ji aliyê welatên Rojava ve hatiye rêxistinkirin û hêzeke  ku li dijî nirxên mirovahiyê êrîşan pêk tîne. Jixwe avabûna wê, teşebûna wê jî teqez çavkaniya wê ne Rojhilata Navîn, Rojava ye. Êrîşên wan ên qetilkirinê teqez eleqeya wê bi çanda Rojhilata Navîn re nîne. Rêbazên psîkopat ên lîstikên şîdetê yên kompîteran û fîlmên erzan ên Amerîkayê ne.

JINÊN ROJHILATA NAVÎN HÊZA ESAS E 

DAIŞ ji bo dînamîkên şoreşê yên Rojhilata Navîn ji holê rabe hatiye derxistin. Hedefgirtina gel û baweriyên Rojhilata Navîn ne vala ye. Ya herî girîng jî hedefgirtina jinan ne tesadufî ye. Yên ku herî zêde nirxan temsîl bikin, dibin hedefa DAIŞ’ê. Nirx û kevneşopiyên demokratîk komunal ên li Rojhilata Navîn Êzîdî, Kakaî, Yarsan, Kurd, Tirkmen û Xiristiyan tesmîl dikin. Ên çand, bawerî û ziman hildigirin jî jin in. Terz û berxwedana jiyana komunal a jinên Rojhilata Navîn hêza şoreşger e. Li Rojhilata navîn jin çiqas di bin zextan de be jî, çiqas ji aliyê serdestiya mêr bên çewisandin jî xwedî dînamîzmeke azadiyê ya mezin in. Di rewşa heyî de jinên Kurd ji vê berxwerdanê re pêşengiyê dikin. Ev berxwedan di cîhanê de eleqeyek mezin dibîne, her kes bi matmayî temaşe dike. Li dijî rêxistibûnên ku dewlet û artêş nikarin bisekinin jinên Kurd  ji jina 70 salî bigire heta keça 17 salî her kes şer dimeşîne. Axa xwe diparêze. Li dijî DAIŞ’ê berxwedanek mezin dimeşînin.

Ji bo ku li her deverê parastina xweser a jinê bê pêşxistin û bi eniyên din re eniya hevpar bê meşandin dikare çi bê kirin?

Di roja me ya îro de şîdet di şexên DAIŞ û Boko Haramê de  tê dîtin, lê şîdet bi her aliyê tê meşandin. Di nava rojê de jin rastî şîdeta buhrî tê, ya tacizê tê û newekheviyê tên. Ev hemû di nava têgeha şîdetê de divê bên dest girtin. Li çapemeniyê de her roj heqaret li jinê tê kirin. Li Tirkiyeyê ti li bernameyên tv’yan binêrî hemû dijminahiya jinê dikin. Li dijî jinê şîdetek tund heye. Divê li dijî vê parastina xweser hebe.

DEWLET,  HEVSER Û MALBAT PÊK TÎNIN

Li cihê ku şîdeta fîzîkî û rîska kuştinê heye, qanûn, polîs û dadgehên dewletê li wir hene û ji ber vê jî hewcedariya jinan bi parastinê heye. Pêwîstî bi rêxistibûnên ku êrîşkar ceza dike hene. Em bêjin li cihekî ku şîdeta aborî heye divê bo jinê qadên îstîhdamê bên vekirin û ev jî parastineke rewa ye. Li Ispartayê bi dehan jin xistin mînîbusekê û wek kole didan xebitandin û ev jin di rê de mirin. Ev şeklê komkujiyê ye. Ger rêxistineke jinan a çekdarî tunebe,  mînaka herî şênber li Şengalê hat dîtin, bi hezaran jin hatin firotin. Hê bi hezaran jin di destê DAIŞ’ê de ne. Ji ber vê jî divê parastina xweser hebe.

Di desthilatdariya 12 salan a AKP’ê de şîdetek her diçe zêde dibe. Rola desthilatdarî û çapemeniyê di vir de çi ye?

AKP hem rêbazên mêtingeriya hov a kapîtalîzmê û hem jî aliyên faşîzan ên Îslamê yanî desthilatdariya Îslamî temsîl dike. Ji ber vê jî nasnameya ku temsîl dike, sazbûneke faşîzan, serdest û baviksalarî ye. Ji ber vê jî ji lîderê wê bigirin heta rêxistibûnên wan li her derê bi gotinên xwe êrîşî jinan dikin. Dema ku mirov li zimanê wan ên siyasetê dinêre, mirov dibîne ku dixwazin serdestiyê çêbikin û pergala padîşahiyê ava bikin.  Erdogan piştî bû serokkomar dibêje her tiştî ez dizanim.

Hikûmet çawa ku vê dewletê bi rê ve dibe, mêr jî di nava malbatê de  li hemberî jinê heman rêbazî bikar tînin. Yanî ji bo zêdebûna şîdetê ev terza siyasetê roleke girîng dilîze. Li Tirkiyeyê di alî civakî de krîzek mezin tê jiyîn. Di alî civakî de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk du alî tên qetiklirin. Karker û jin.  Kom bi kom her roj bi dehan kes dimirin. Komkujiyek sîstematîk heye. Xizaniyek kûr heye. Dewletê ji bo mirovahiyê ti qadek demokratîk nehiştiye.

Hûn wek tevgera Azadiya Kurdistanê li dijî van êrîşan çi peyamê didin civakê?

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê peyama herî girîng a em dikarin bidin ev e ku divê têkoşîna azadiya jinê radîkaltir û bihêztir bê meşandin. Her sal di 25’ê Mijdarê de gelek agahiyên îstatîstikî tên weşandin. Di çend mehan de çend jin ji mirinê re tên rêzkirin. Dîmenên wan bi dehan carî tên weşandin. Di vê mijarê de çapemenî gelek zayendperest e. Ji bo şîdeta li ser jinê di rojevê de bihêle van dîmenan bi dehan carî nîşan didin. Di çapemeniyê de gotina ‘Jinek hat qetilkirin’ jî  wek ‘normale ji xwe her roj jin tên kuştin’ nîşan dide.  Dema ku cînayetek pir bi hovan e pêk neyê nakeve rojevê. An jî dikeve rojevê lê êşa wê hema diqede, li cîhanê lanet tê xwendin û tê jibîrkirin. Yanî ev rewş ber bi normaliyê ve dibe. Li şûna ku em jina rastî şîdetê hatiye nîşan bidin divê em têkoşîna wê derxin pêş. Bi wesîleya 25’ê Mijdarê jin dikarin li dijî vê şîdetê têbikoşin.

ANF

dîtin: 651

Pêveker:

zozan sîma: divê roja dijî tundîtiyê ji sembolbûnê derkeve…