Beşdarbûna nav refên BDP zêde dibe

Beşdarbûna nav refên BDP zêde dibe

Berya hilbijartinên herêmî yên li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê beşdarbûna nava refên Partiya Aşiritî û Demokrasiyê BDP’ê zêde dibin.
Ji eşîra Beytika 4 hezar kes tevli BDP’ê bûn. Her weha namzetê AKP’ê yê Serokatiya Şaredariya Wêranşarê Mehmet Ekincî li gel hezaran Kesên Eşîra Seyda bi meşekî heybet derbazî tevlî BDP’ê bûn. Ji eşîra Şêxa jî bi dehan kes tevlî BDP’ê bûn. Ji aliyê din ve Serokê Rêxistina AKP’ê ya Qilabanê Mestû Yilmaz ê ku beriya çend rojan ji partiya xwe îstifa kir, tevli refên BDP’ê bû.
Li navçeya Amed Peyasê, ji eşîra Beytika 4 hezar kes bi merasîmekê beşdarî nava BDP’ê bûn. Di merasîma li buroya hilbijartinê ya li Kolana Yilmaz Guney de, Hevseroka Rêxistina BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, rêveberên KCD’ê Memet Aksungur, Naîm Ayan, Serokê Rêxistina BDP’ê ya navçeyê Davût Kesen, nazmetê Hevserokatiya Şaredariya Peyasê M. Alî Aydin û pêkhateyên eşîrê amade bûn. Endamên eşîrê yên bi konvoyek ji 50 wesayîtan hatin buroyê, li ber derî hatin pêşwazîkirin.
Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Bajarê Amedê Zubeyde Zumrut li merasîmê peyivî û got, “Ev partî mala me hemûyane. Hûn hatin mala xwe. Eger gelê Kurd hev bigire, bawer bin dê azadî nêztir be. Beşdariya malbatên me hêz daye me. Barê vê tevgerê giran e û divê her kes vî barî hilgire.”
Her weha li navçeya Wêranşara Rihayê eşîra Xişdrekan li gel 3 endamên xwe tevlî BDP’ê bûn û piştî hingî bi hezaran kesên eşîra Seyda li gel Namzetê AKP’ê yê Serokatiya Şaredariya Wêranşarê Mehmet Ekîncî derbasî nava refên BDP bûn. Di der barê vê mijarê de namzetê BDP’ê yê Hevserokatiya Şaredariya Wêranşarê Emrullah Cin ku axaftinek kir got ku her roj karwanê aştiyê zêde dibe.
Ji aliyê din ve serokê Rêxistina AKP’ê ya Qilabanê Mesût Yilmaz, di 14’ê Adarê de ji partiya xwe îstifa kiribû. Yilmaz û ji rûspiyên gundê Yemîşlî Mehmet Cevîz ber destê sibê hatin avahiya BDP’ê ya navçeyê û beşdarî nava refên BDP’ê bûn.
Hêjayê gotinêye ku beriya niha jî li navçeya Wanê Erdîşê gelek kesên ji eşîra serokê MİT’a Tirkiyê Hakan Fîdan eşîre seydika beşdarî nava BDP bibûn.