Cezayê Sebahat Tuncel hat erêkirin û bo dadgeha cezayê giran hate birêkirin

Cezayê Sebahat Tuncel hat erêkirin û bo dadgeha cezayê giran hate birêkirin

Li gorî nûçeya ANF cezayê di derbarê hevseroka HDP Sebahat Tuncel de biryara ser cezayê 8 sal û 9 mehan ya girtinê ji aliyê 9. daîreya Cezaya Dadgeha bilind ve hate erêkirin û bo 10. Dadgeha cezayên giran ya Stenbolê hate şiyandin.
Ev biryara ku ji aliyê Dadgeha bilind ve hatî dayîn û eve demeke Tirkî li ser vê ceza û biryarê di axife, dê bo Serokatiya Meclîsê û Civata giştî ya meclîsê re bête şiyandin û ji wan re bête xwendin. Bi xwendina vê biryarê ve dê wê demê parlementeriya Sebahat Tuncel bi dawî bibe.

Sebahat Tuncel 5 ê mijdara 2006 an li Stenbolê hatibû binçavkirin û girtin. Mijara ku Sebahat Tuncel ji bo wê tê tawanbarkirin -Endamtiya Rêxistina PKK ye- Piştî ku Tuncel 27 ê Tîrmeha 2007 ê di hilbijartinên giştî de li herêma sêyemîn ya Stenbolê de wekî parlementerê serbixwe hate hilbijartin 24 ê Tîrmeha 2007 ê ji Girtîgeha Gebzeyê hate berdan.

Doza Sebahat Tuncel di 12 ê Îlona 2012 ê de li Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê hatibû dîtin û Tuncel Cezayê 8 sal û neh meh zindankirin xwar. Ev ceza 28 ê Kanûna 2013 ê hate erêkirin.

 

rewanbêj.com