CHP pirsa El Qaîde ji hikûmeta AKP’ê kir

CHP pirsa El Qaîde ji hikûmeta AKP’ê kir

Eve demek dirêje ku di çapemeniya Kurdî de bi belge dihête weşandin ku hikûmeta AKP’ê alîkariya komên ser bi El Qaîdê dike. Herî dawî jî medya Tirkiyê behsa vê mijarê kir û nûçeyên bi sernivîsa ’ Xta cîhadê ya Semsûr û Suriyê’ derketin. Piştî van nûçeyan cîgirê serokê Partiya Komar ya Gel ya Tirkiyê CHP’ê Erdogan Toprak ji wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Muammer Guler pirs kir: ’Hûn çawa alîkariyê didin wan malbatên ku hewl didin zarokên xwe ji dest El Qaîdê rizgar bikin?’

Bi taybet di şerê li dijî Kurdên Rojava de pêwendiya hikûmeta AKP’ê û komên ser bi El Qaîdê zêdetir derkete pêş û kete rojevê. Bi belgenameyan û daxuyaniyan jî aşkira bû ku hikûmet alîkariya pare, çek û şervanan dide Cebhed El Nusra û komên din yên El Qaîdê. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmed Dawudoglu diyar kiribû ku El Nusra dostê wane û her weha wezareta navxweyî ya Tirkiyê ji bi merfaneke nehênî ji tevahî walî û berpirsên bajaran xwestibû ku alîkariyên pêwîst ji bo çekdarên van koman bike.

Di madyaya Tirkiyê de jî der barê vê mijarê de nivîs hatin weşandin. Rojnameya Radîkal ya Tirkiyê bi sernivîsa ’Xeta Cihadê ya Semsûr û Suriyê’ û ’Zarokên me rizgar bikin’ weşand. Di van nivîsan de behsa serpêhatiya malbatên ku zarokên wan xapandine û birine nava şerê Suriyê dihête vegotin.

Der barê van îdîayan de alîkarê serokê partiya CHP’ê Erodxan Toprak pêşniyazpirsek da wezîrê karên navxwe Muammer Guler û daxwaz kir ku bersivê bide. Toprak pirs kir ka ew weke hikûmet çi alîkariyê didin wan malbatên ku dixwazin zarokên xwe di nava tevna El Qaîdê de rizgar bikin. Toprak dibêje di wan nivîsan de jî drama malbatan bi berferehî hatiye nivîsandin ku piraniya wan malbatên Kurdin. El Qaîde zarokên wan ji bo şer dibin Suriyê.

Di pêşniyazpirsê de ev pirs dihêne kirin: Gelo hikûmet El Qaîdê û rêxistinên ser wê, weke terorîst qebûl dike yan na? Heger terorîst bin, ji ber çi ev rêxistin ji welatême endaman bo xwe peyda dikin û dibin? Heta niha çend kes beşdarê nava El Qaîdê bûne? We çi alîkarî da malbatan da ku zarokên xwe ji destê El Qaîdê derbixin? Ji ber çi El Qaîde ev hinde serbest û azad di nava bajarên me de digere? Çi qas raste ku sînorê Tirkiyê û Suriyê di destê El Qaîdê de ye?

Di pêşniyazpirsê de Toprak diyar dike ku polîtîkaya AKP’ê ya Suriyê Tirkiyê dibe berbi kendalan ve û dibêje ku di serdema AKP’ê de polîtîkaya Tirkiyê ya derve gelek îtîbara xwe wenda kiriye.  Tirkiye berî di pêwendiyên navdewletî de akterê serekî bû lê niha hatiye rewşek wesa ku bi El Qaîdê re îtîfaq û hevkariyê dike. Mixabin Tirkiye ketiye lîga terorê de.

Her weha di pêşniyazpirsê de dihête gotin ku bi Destê AKP’ê El Qaîde dişînin Suriy3e û li wê derê komkujiyan pêk dihîne. Ji vê jî giringtir, rêxistina teror dikare ciwanên me bixapîne û bikêşe nava refên xwe. AKP li hember van bê denge û her weha piştgiriyê dike. Heger sûbe fermanek din bo AKP bihêt û çawa ku ji nişkêve bû neyarê Esed, heman awayî li hember El Qaîdê bikeve şer, wê demê divê mat nebe û dê fatura vê jî giran be.