Efûya giştî derdikeve

Efûya giştî derdikeve

Malpera nûçeyan ya bi navê Rota Haber ku weke alîgirê dasthiladariya Tirkiyê tê naskirin diyar kir ku hikûmeta AKP li ser pakêteke nû kar dike û tê de ji bo 40 hezar kesan efû jî dihête xwestin.

Li gor nûçeyeke malpera nûçeyan ya Rota Haberê hikûmeta AKP’ê li ser pakêteke nû kar dike. Nûçe dibêje ku hatiye zanîn di nava vê pakêtê de mijara efûyê jî heye. Her weha dê di nava vê pakêtê de biryarên nû yên der barê Elewiyan jî hebin.

Pakêta demokratîkbûnê ya ku serokwezîrê Tirk Erdogan di 30 Îlonê de aşkira kiribû, rastê nerazîbûna Elewiyan û ya BDP’ê hatibû.  Elewiyan mijara Malên Cem rexne kiribûn û BDP’ê jî diyar kiribû ku di pakêtê de ji bo girtiyên KCK yî çi xal nehatine destnîşan kiribûn.

Li gor nûçeyê rêveberên AKP weke bersiva van rexneyan jî diyar kiribûn ku eve ne pakêta dûmahîkê ye û di paketek din de dê bersiv bihête dayîn. Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan jî di dema ragehandina pakêta yekemde destnîşan kiribû ku eve ne pakêta dûmahîkê ye.

Piştî van daxuyaniyan malpera Rota Haber îdîa kir ku hikûmet li ser pakêteke nû kar dike ku di nav de mijara efûya giştî jî heye. Li gor nûçeyê dê 40 hezar girtiyên siyasî ji vê efûyê sûd werbigrin. Hiqûqnasên AKP li ser vê mijarê bi hûrdekarî kar dikin.

Nûçe dibêje di sala 2000 î de Efûya Rehşan ketibû rojevê û ji ber vê opozîsyona Tirkiyê ya wê demê kardanewe nîşan dabû. Ji bo vê carê jî ev mijara efûyê rastê kardaneweyê nehêt amadekarên pakêtê bi hestyarî tevdigerin.