Emerîka bo Misirê firotina firokên F-16 rawestand

Emerîka bo Misirê firotina firokên F-16 rawestand

Rawêjkarê Pentagonê George Little diyar kir ku biryara rawestandina firotina firokeyan bo Misirê ji aliyê Serokê Emerîkayê Barack Obama ve hatiye wergirtin.

Li gor nûçeyekê Associated Press di daxuyaniya Pentagonê de hatiye gotin ku bo Misirê firotina firokeyên F-16 daye rawestandin. Daxuyanî dibêje tatbîkatên ku her sal di gel Misirê de hevbeş dihêne kirin jî dê berdewam bikin. Rawêjkarê Pentagonê George Little diyar kir ku ji ber rewşa niha ya Misirê firotina firokên cengî ne guncawe û da zanîn ku ev biryar ji aliyê serokê Emerîkayê Barack Obama ve hatiye wergirtin. Little got ku hemû endamên komiteya ewlekariyê jî piştgirî dane vê biryara Obama.

Ji aliyê din ve Serfermandarê Artêşa Misirê Abdulfattah El Sisi ji gelê Misirê daxwaz kir ku roja Înê xwepêşandanan bikin û di tekoşîna li dijî terorê de piştgiriyê bidin artêşa Misirê.

Piştî ku artêşa Misirê bi derbeyekê serok komar Muhammed Mursî ji wezîfê girt li welat xwepêşandan û pevçûnên navxweyî kêmnebûn. Li dijî artêşê êrîşên îslamiyêntundraw her diçe zêdetir dibin. Li hember van rûdanan artêşê daxuyaniyek belav kir.

Serfermandarê artêşa Misirê Aldulfattah El Sîsî îdîayên ku îxanet kiriye red kir û soz da ku di nava şeş mehan de destûrek nû bihête nivîsandin û hilbijartinên demokratîk pêk werin. El Sîsî ji gel xwest ku roja înê dakevin kolanan û piştgiriya artêşê bikin.

Rêxistina Birayên Misliman jî ev bangawaziya El SiSî weke gef nixnad. Rêveberê rêxistinê Îssam El Eryan da zanîn ku ew dê piştgiriya xwe ya ji Mursî re kêm nekin.

Rewanbej.net