Emerîka jiber komelkujiya welatiyên sivîl li Sûryê endîşdare

Nûnera wezareta karê derve ya Emerîkayê Marî Harf roja înê ragihand, ku Emerîka ji rapora `Human Rights Watch` ya derbarê kuştin 190 welatiyên sivîl ji aliyê grûpên radîkal ve endîşdar e.
Nûnera wezareta karê derve ya Emerîkayê Marî Harf roja înê ragihand, ku Emerîka ji rapora `Human Rights Watch` ya derbarê kuştin 190 welatiyên sivîl ji aliyê grûpên radîkal ve endîşdar e.
Nûnerê got, ku `em ji zanyariyên, ku me ji rêxistina parêzerên mafê mirov wergirtine endîşdarin. Ev sûcdariyên hatine kirin bi carekê nayên qebûlkirin. Em bi awakî pir cedî gunehên tên kirin lêkolîn dikin`.
`Human Rights Watch` roja înê rapora derbarê, ku grûpên radîkal li Sûryê 4 Tebaxê sala 2013-an ne kêmî 190 welatiyên sivîl li herema Lazqiyê kuştine çapkir. Li gor zanyariyên parêzerên mafê mirov, grûpên girêdayî bi `El-Qaidê` ve wek `Bera An-Nûsra` û `Dewleta Islamî li Îraq û Şamê` di opêrasyona kuştina welatiyên sivîl de beşdarbûne.
Xwediyên vê raporê bang li CE NYî kirin jibo problêma Sûryê radestî Dadgeha Cinayî ya Navnetewî bike.