Emrîka serkirdeyên Qaîde xist nav lîsta terorîstan

Emrîka serkirdeyên Qaîde xist nav lîsta terorîstan

Li gor nûçeyek Tûra CNN ya Emrîkî, hikûmeta Waşintonê herdu serkirdeyên Rêxistina El Qaîdê xist nav lîsta 10 terorîstên herî metirsîdar li cîhanê.

Hikûmeta Emrîka serkirdeyê Dewleta Îslamî yê Îraq – Şamê Ebo Bekir Bexdadî û serkirdeyê Bereya El Nesre Ebo Mihemed El Colanî xist nava lîsta 10 kesên terorîst yên herî metirsîdar li cîhan.

Heman çavkaniyê aşkere kiriye ku hikûmeta Emrîka aşkere kiriye ku her kesê alîkariyê bo desteserkirina wan kesan bide, dê 20 Milyon Dolar weku xelat werbigre.