Hinek têbinî ji ’Tofan’ê

Hinek têbinî ji ’Tofan’ê

Erê… Ev mehek zêde bû di ser destanê re, dibêjim destan lê gellekî bê dilê min e ev peyv, ev têgeh. Lê birastî nizanim ez dê çi bibêjim. Ji roja ewilî belkî kêlîk bi kêlîk û ji bilî xewê -ku ew jî çi xew bû- ez dişopînim Kobanê. Bawer bikin wekî din tu tiştek nedihat ser bîra min. Welat, siyaset, huner, nivîs, başûr, bakur û… Tenê du rojên serhildanê hinekî da alî, lê ew jî ji bo Kobanê bû. Nizanim lê destê min qet nediçû ser gotinê, qey kuliya zimanê min xwaribû, qey devê min kilît bûbû. Min çi dinivîsand li ber pêla wan pêlewan û şêrejinan diheliya. Bawer bike hertişt bûbû wekî berfê û ew jî wekî êgir her tişt, her peyv û hevok diheland. Belkî nifşê me bobelat û egîtiyên wisa li ber çavan û bi agirê dojehê nedîtibû. Belkî jî me nedîtibû lê me wekî romantîzmê xeyal dikir wan keresatên ku berê qewimîbûn. Her ku min digot, aha îjar ez dê filan tiştî binivîsim, lê belê bi wêneyekî jineke di navaheriyê de an li ber çeperê û li himber topên hesin destê xwe li ba dikir, min xwe biçûk didît, pir biçûk li himber wan. Wê demê dîsa rûdiniştim û min xwe diqurriçand. Ma dibe law, min digot, ma dibe ku ez bibêjim hûn mezin in, çi egît in, çi şêrejin in û min tiştek nekira. Ji xwe bê wate bûn van peyvana jî. Ma çi dikare şanî mirovan bike wê egîtiyê, kîjan huner? Ez çi bûm ku, ez kî bûm ku karibim wan vebêjim min digot. Îjar min tenê ji bo demek wisa nûçegihanî û beşek edîtoriya malpera ’Rewanbêj’ê da ser milê xwe û hinekî dilê min rehet bû, tevlî ku îjar bi keresatê re pir xemgîn dibûm jî…
Alîkarî digotin, kurdan, lê ne bi qasî berxwedana wan, ’Kurdistan’ digotin hinekan û di bin simbêlan re dikeniyan… Ji xwe ne li ser bala min bû û roj bi roj wê tofana wan ew jî dihelandin.
Niha di rojên wisa de hinek tişt kêfa mirov tîne û hinek tişt jî mirov diqehirîne; li wê derê egîdiya keç û xort û gelê Kobanê kêfa mirovan dianî ji ber serkeftinê, tevlî ku ez bi pakrewanan re tiketim jî. Ya ku mirov pir diqehirand an jî bêwijdanî jî; hişê ku digotin “ma me nedigot hûn şaş in…?” an jî “hûn bi ya me nekin dê wisa be, de hûn jî bikşînin…” Bi rastî ev hişmendî gellekî bi min zor dihat ku bi peyvên mecaz jî dihatin gotin. Her çiqas hindik be jî û ew jî li himer berxwedanê diheliya jî gellekî nexweş bû, ev jî dê têkeve dîrokê. Hûn zanin, wekî dema ku yek li ber kuştina bi şûr be û cellad şûrê xwe bilind kiribe ku serê wî jêkê, lê birayê wî li himber wî bangî wî bike bibêje “kero min ji te re digot… de tu jî bixwe ha…!” Bawer bikin tu tiştek ji van peyvana girantir tune ye. Ew kesê ku dê serê wî jê bibe jêkirina serê xwe ji bîra dike teqez û tenê li birayê xwe dinêre û dibêje hema bila ez li vê dinyayê nemînim, çêtir e.” Îjar ez ne bahsa qaşo birayê cîran dikim, bahsa birayê ku di malekê de bi hev re mezin bûne, bi hev re giriyane, keniyane, baz dane, kêf kirine… Bi hev re birçî mane, xwarine, vexwarine, dikim… Ji xwe qaşo birayê cîran ango yê ku tê gotin ku ’bira’ ne, dikare wisa bibêje, mirov piçekî fêm dike, destbirak jî belkî dikare bibêje hinekî. Lê ev ne ew e, ev birayên ji xwînekê, ji dêyekê ne, pir zor e ku bibêje “de tu jî bixwe ha…!”
Dema ku ev nivîs dikat nivîsandin hat gotin ku êdî bi rêya Başûrê Kurdistanê alîkariya çekê DYA dê here Kobanê, YNK’ê gotiye “me şandiye” û wezîrê Tirkiyeyê jî gotiye “em dibin alîkar ku pêşmerge derbasî Kobanê bibin.” Tabî diyar e ku ev ji ber helwesta PKK’ê jî bû ku got “em dest bi şer bikin”. Ango alîkariya DYA û korîdorvekirina Tirkî ne bi xêra bavê xwe ye.
Ji berê de di hişê min de hebû, min xeyal dikir, difikirîm, min xwe dixwar ku teqez rêyek heye ku kurdên Başûr alîkariyekê bikin. Nexwe dikarîbûn, xuya bû. Îjar mirov dibêje çima heta niha man, nexwe berjewendî bû gelo? Û ji bo çi 3000 pêşmergeyên Rojavayî li Başûr sekinîbûn û morîk didan hevdû? Bi rastî ez bixwe di vê helwestê de ji berjewendiya siyasî pê ve tu mazeretan nafikirim û napejirînim. Yanî ez difikirim ku ew 3 hezar kesana bi çekên xwe ber bi Rojava bimeşiyana jî bes bû. Lê belê… !
Yanî dê illehîm birayê min wekî min bike ku ez alîkariya wî bim? İllehîm divê ew wekî min bifikire ku ez alîkariyê bikim? Çima? Bi ya min mijara yekîtiya hêzan ne rasyonel e di vê keftûleftê de. Tenê tifaq; alîkarî û bi hev re li himber dinyayê hereketkirin hebe ew ji kurdan re pir giring e. Yanî di demek nêz de kurdên çar perçeyan ne pêkan e ku bibin yek, lê alîkarî pêkan e, mumkun e. Tabî ku mirov berjewendiya xwe ango erka xwe di ser hevkariyê re negire…
Dilê kurdan dibêje Kurdistan û avakirina Kurdistanê ev e. Yanî azadiya Kurdistan ji hewa de bi zembîlan û wahiyan nayê. Enerjiya ku hatiye ser hev, zanebûna ku hatiye ser hev e, tirsa dijminê kurdan ji kurdan re ku ketibû ser hev diviyabû li derekê bi hev de biteqe. Li Kobanê û ji bo Kobanê li Bakurê Kurdistanê teqiya. Li Kobanê nebe li cihekî din dîsa rojek wekî van çend rojên dawiyê kurd dê rabin ser piyan. Ji ber ku siyasetê ji xwe ev amade kiriye ev 40-50 sal in. Wekî depo kiriye kîn û hişê serxwebûnê. Dema ku pêla gel bê dibe ku siyasetmedar jî nikaribin kontrol bikin an jî dê xwe li gor wê rojê saz bikin.
Carinan gel li pey rêxistinan diçin, lê carinan jî rêxistin li pey bûyeran diçin. Îro wisa xuya bû ku rêxistin hinekî bêgav man li pey bûyer û gel biçin û wan di vê serhildanê de biparêzin an jî ji wan fêm bikin. Di demên pêlê mezin de êdî mazereta kesî namîne ku bibêjin ’wisa nabe’. Gel bang dike ku esil mijar azadiya Kurdistanê ye, bila dinya zanibe.
Îjar ku pêlên mezin çê bibin, gel çiqasî dikare xwe li himberî êrişên çekdarî biparêze, tedarikên xwe yî jiyanî bikin? An bawer dikin ya nakin ku demek dirêj dê şerê gel dewam bike, ji ber ku baweriya di nava çerçoveya demokratîkbûna Tirkî de, di hişê mirovan de bicûh bûbû, dibe ku bobelatên mezin ji ber vê yekê, ji hiş bi dûr ketibû? Dibe ku van bûyerana bi zorê hişekî tenê kurdayetiyê têxe serê mirovan bi awayekî zexm. Hê jî baweriya ku dewlet demokrata Tirkî e û nikare şerê navxweyî derxe an nake, bi hinekan re heye. Lê çawa baweriya gellek kesan kêm bû ku DAÎŞ êrişî Hewlêrê bike û dixwaze kantonên rojava ji holê rake, ji vê yekê jî bawerî naynin ku dewlet dikare bi hêzên wekî DAÎŞ’a radikal re di demek kin de hevkariyê bike û tevkujiyan pêk bîne an jî kuştinên fail ne diyar bide destpê kirin. Belkî jî hê bawerî çênebûye ku esker dikare bi tanqan avahiyên Amedê bidin ber topan. Di pirtûkan de herkesî xwendiye serhildanên Dêrsimê, yê Geliyê Zîlan, Agirî û Pîranê. Lê nifşê aniha tenê ji salên nodî û vir ve serhildanên wekî demokratîk dîtin. Xwendin û dîtin û jiyîn qet nabe wekî hev tabî. Xuya jî bû.
Ji bilî hevdû tawanbarkirinê gelek tişt hene ku bê kirin. Gellek kes û rêxistin ji bo tevli têkoşîna Kobanê nebin mazeretan ji xwe re peyde dikin. Mirov partiyekê, kesinan ji bo keresatan tawanbar bike çiqasî rast e? Bê ûjdaniye jî. Wê demê mirov dê nepirsin; lê musebîbê keresata enfaliyan, yê qetliama Helebçeyê, yê koça 1989’an ya kurdên başûr ber bi bakur ve, yên Mehabad, yên Meşa Soveytê û yên Şengalê û yên wekî din kî bûn? Musebîb-jêderk b xwe ye ango xwestina azadiya Kurdistanê ye û normal e jî di têkoşînan de. Ne tevgera ku xweseriya demokratîk li Rojava û Tirkiyeyê dixwazin e jî, ji ber ku Xweseriya Demokratîk jî, kî çi dibêjin bila bibêjin, bi baweriya min li ser rêya azadiya Kurdistanê ye û diçe wê derê û gavek e. Tenê ku azadiya xaka kurdan neyê jibîrkirin bes e.