Liser kujeriya Parîsê MIT a tirkî daxuyanî da

Liser kujeriya Parîsê MIT a tirkî daxuyanî da

Di dema dawî de dema salvegera Şehadeta 3 jinên Kurd li Parîsê dengê kujer û kirdarê bûyerê kete nav torê û olanekî mezin da. Bi aşkerebûna van axaftinên nihênî berî herkesî kete ser Saziya Zanyariyên Nihênî ya Tirkiyê(MIT)ê. Her çend ji aliyê Kurdan ve rewş aşkere bûbe jî bi derketina dengê tomarkirî ve bûyer gihişte astekî nû. Li himber daxuyanî û helwestê Kurdan MIT a Tirkî neçar ma daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku dihunê 14.01.2014 ê di malpera MIT ê de hati belavkirin weha ye.

Em dibînin ku di demên dawî de bi rêka hindek belge û dengên tomarkirî ve tê xwestin ku saziya me bi mijara kuştina PKK yîyan li Parîsê ve peywendîdar bikin.
Em wisan dinirxînin ku ev weşan û ragihandinên ku me qala wan kirî dixwazin tevgerekî wisan lidar dixin ku dixwazin saziya me ya ku ji bo pêvajoya çareseriyê dewrekî çalek leyistiye qels bikin û karmendên me yên ku di pêvajoyê de cih girtî aşkire bikin û bênin astekî wisan ku erk û karên xwe nekin.

Tu peywendiya Saziya me bi kuştdariya Sakine CANSIZ, Leyla SOYLEMEZ û Fîdan DOGAN ve nîne. Li gel vê yekê jî dîsan jî di derbarê van nêrînên ku têne belavkirin de jî di nava me de lêpirsînê dest pê kiriye.

Saziya me erkên ku li gorî yasaya 2937 ê jêre hatî dayîn di çarçoweya yasayan de bicî tîne û dê ji neha û pêve bi biryar berdewam be.

Saziya MIT ê
Beşa peywendiyên gel û weşangeriyê

Di rojên dawî de axaftin û civîna çalekiya kuştina jinên Kurd ya MIT ê li gel Omer Guney kete nav torbendê de. Her çend kesên ku deng di torê de belav kirî wisan dane diyarkirin ku ev deng ji aliyê nasekî wî ve hatiye belavkirin jî aşkere bû ku ji aliyê hindek hêzên tarî ve deng hate belavkirin. Bi belavbûna vî dengî re bêhtir aşkere bû ku kirdarê bûyerê MIT a Tirkiye. Olanê vî dengê tomarkirî berdewamin.

 

rewanbej.net