Parlamenterên HDP û BDP dest bi çalakiya rojiya birçîbûnê kirin

Parlamenterên HDP û BDP dest bi çalakiya rojiya birçîbûnê kirin

Îro 4 parlemanterên Partiya Demokrasiya Gelan HDP`ê,  li meclîsa Tirkiyê ji bo şermezarkirina biryara li dijî parlamenterên Kurd yên girtî, dest bi çalakiya rojiya birçîbûnê kirin. Her weha 2 parlemanterên BDP`ê jî tevlî wan bûn.

Hevserokên HDP’ê Sebahat Tûncel, Ertûgrûl Kurkçu û parlamenterên HDP`ê Levet Tuzel û Sirri Sureyya Onder, ji bo şermezarkirina biryara dadgehên Tirkiyê yên derbarê parlemanterên BDP`ê yên girtî, li hola civata giştî ya meclîsa Tirkiyê dest bi çalakiya rojiya birîçîbûnê kirin. Hevserokê HDP`ê Kurkçu der barê mijarê dediyar kir ku biryara dagehê ya li dijî parlemanterên BDP`ê li dijî sîstema hiqûqa pêşverû derbeyeke.

Her weha parlementerê BDP’ê yê Mûşê Demir Çelîk û parlementerê BDP yê Wanê Ozdal Ûçar jî beşdarê çalakiyê bûn.