Pêşî Hilweşandin Niha jî Kirine Qada Rantê

Pêşî Hilweşandin Niha jî Kirine Qada Rantê

Piştî êrîşa dewleta tirk a li hemberî Nisêbînê şeş tax hatin hilweşandin. Wezareta Bajarsaziyê ya Tirkiyê xaniyên gel ên ku hatine wêrankirin pêşkêşî avahîsazên AKP\'ê dike da ku wan ji xwe re bikin navendên firoşgehan. 

MALÊN WÊRANKIRÎ PÊŞKÊŞÎ AVAHÎSAZAN DIKIN!

Li Nisêbînê TOKÎ\'yê li çar taxan dest bi avakirina avahiyan kir, lê li taxa Zeynel Abidîn û taxa Kişlayê xebat hîn dest pê nekiriye. Dewleta dagirker şer xiste bahane malên ku nehatibûn hilweşandin jî hilweşand. Gelê Nisêbînê dibêje ku dewlet bi zanebûn cihên malên wêrankirî pêşkêşî avahîsazên AKP-MHP\'ê dike ji bo ku ji xwe re bikin firoşgeh.

Leşkerên tirk ji bilî dozeran destûrê nade sivîlan biçin malên xwe kontrol bikin. Li ser vê yekê gel jî bi ser têldirkan re baz didin diçin malên xwe kontrol dikin.