Rojava; Kela Dimdimê ya duyeme

Rojava; Kela Dimdimê ya duyeme

Kesên ku keleha dimdimê ne bihîstibin û ne xwendibin, emê bi kurtasî hinekî bahsa keleha dimdimê bikin. Li gorî çîrokên devkî  û nivîsên hatine nivîsandin, keleha dimdimê li rojhilatê Kurdîstana di serê sed sala 17 de ji aliyê mêrxasekî kurd ve hatiya avakirin. Heft salan çêkirina kelehê berdewam kiriye. Yê ku keleha dimdimê ava kiriyê di dîrokê de pir nav lê hatine kirine, Navên ku li wî mêrxasê kurd hatine kirin evin, Xan, Xano, Xanê biradostî, Emir Xan, Xanê lep zêrîn û Xanê çeng zêrîn. Hin çirokvan û nivîskaran gotine çeteyan hatine ku hespên şahê Îranê bibin Xanê lepzêrîn ew çete hemu kuştine, hespê şah ji talankirinê xelas kiriyê û di wê pevçunê de çengê xwe hûnda kiriye, ji ber wê mêrxasiya wîya şahê îranê çengê kî ji zêr ji xan re çêkiriye û hinek jî dibêjin na ne wisaye di pevçûna navbera osmanî û sefawiyande Xanê lepzêrîn osmanî têkbirine û di wî şerî de çengê xwe hûnda kiriye. Em zêde dirêj nakin, Xanê çeng zêrîn bi vê mêrxasiya xwe derdora xwe fereh dikê û heremeke fereh dixê bin destê xwe. Şahê Îranê di meyzênê ku Xanê çeng zêrîn wê jêre bibê tehdîd û pisgirêk, ji ber vê sedemê şahê îranê leşkeran  dişînê ser keleha Dimdimê û kelehê dorpêç dikê. Şahê Îranê ji fermandarê xwe re dibêjê divê hûn keleha dimdimê bi hêrîvînin, tevlî malbata xano û kurdan hamuyan bi qalînin. Xanê lepzêrîn nêzî heft salan li ber xwe dide, di dawîde pismamê Xanê lep zêrîn Mahmudê marokanî xayin dikevê, ji kelehê di revê xwe dighênê leşkerên şah û cihê ava ku diçê kelehî ji wanre dibêjê. Waxta Xanê lepzêrîn û hevalê xwe di kelehê de bê av dimênin, mecbûr di bin dertên derveyî kelehê şerê xwe berdewam dikin û bi vê şêwazê Xano, heft kurê xwe û hevalên  wî hamu têne kuştin. Piştî ku Xanê lepzêrîn, kurê wî û hevalên wî têne kuştin, hevsera Xano, jin û qîzên di kelehê de jibonî ku nekevin destê dijmin yek bi yek xwe di kelehê de tavêjin û xwe di kujin. Bi vê şêwazê keleha dimdimê têk diçe û cihê xwe di rûpelê dîrokê de dinivîse. Rojava jî keleha dimdimê ya sed sala 21 mîn e. Tenê cudahîyeke wê heye kesên ku rojava dorpêç kirine ne tenê sefewî ne, tirkin, erebin, misilmanin, kurdên xayinin, hovin, wahşin,dehbe- ne û qaşo hin dewletên ku ji xwe re dibêjin em mafê mirovan diparêzin. Evya hemû bi şêwazên cuda cuda xwe xistine nava liv û tevgerekê de û bi her awayê xwe ve hawl didin ku bê wê çawa rojava têk bibin. Aqil û matiqê yekî disekinê, ez nizanim bê gelê rojava çi kiriyê ji kê, nanê kê ji wan standi- ye, axa kê dagir kiriyê û dest danine ser ava kê, hey bê ujdanan. We derdora wan mayin kirine, dilê we rehet nebû, we têl kirin, evya jî nebû û hûn niha li derdora wan dîwaran lê dikin. Zarokê gelê rojava jiber nexweşiyê dimrin, hûn nahêlin derman der- basî nav wan bibe, hûn dibêjin bila zarokê wan jî bimrin. We çiqas kesên ku ji însanetî û mirovahîyê nesîbê xwe nestandiyê ji nava xwe û dewletên derdora xwe berhev kirine, bi teknolojiya herî pêşketî we wan bi çekan xemilandiye, we wan şandiye ser serê gelê rojava û we ji wan re gotiye kurdan bikujin talan bikin û biqelînin. Piştî van hemû neveyîyên ku hûn bi serê kurdên rojava de tênin, waxta ku gelê rojava jibonî ku xwe biparêzê liber xwe didê, hûn dibêjin çima liber xwe didin, divê ku hûn liber xwe nedin. Hey zalimên bê dîn, bê îman û bê ujdan ma waxta ku hûn pisîkê kê têxin xaniyekî û êrîşî wê pisîkê bikin ew pisîka jibonî ku xwe biparêzê wê li ber xwe bide. Bila ew her çar dewletên dagirker û heval bendên wan vêya baş bizanibin, tû kes nikarê kurdên rojava têk bibe. Wekî ku Jan Dost di pûrtûka xwe ya yekemîn de li ser berxwedana kurdên keleha dimdimê anîyê ziman û wuha gotiye.

 

-Keleha dimdim,

-Keleha mêranîyê ye,

-Keleha berxwedanê ye,

-Keleha mêrxasiyê ye,

-Keleha jin, qîz û mêrê kurdan ên ne tirsoneke.

Yek dikarê vêya ji bonî berxwedana kurdên rojava jî bênê ziman.

-Rojava

-Rojava keleha mêraniyê ye,

-Rojava keleha berxwedanê ye,

-Rojava keleha mêrxasiyê ye,

-Rojava keleha jin, qîz û mêrê kurdan ên ne         tirsoneke

-Rojava felsefa rêberê gelê kurde, bingeh û civaka gel a yê.

Çimkî keleha dimdim ya duyemîne ROJAVA.