Salih Muslim: Hevdîtinên li gel Tirkiyê berdewam dibin

Salih Muslim: Hevdîtinên li gel Tirkiyê berdewam dibin

Serokê PYD’ê Salih Muslim der barê hevdîtinên xwe yên li Tirkiyê de got ku mebesta wan baş bû. Muslim diyar kir ku çê dibe ku hefteya pêş hevdîtineke nû pêk bihêt.

Serokê PYD’ê Salih Muslim beşdarê bernameyeke televizyona Nûçe TV bû û der barê hevdîtinên xw eyên li Tirkiyê axivî û got ku hevdîtin li ser daxwaza wezareta karên derve ya Tirkiyê pêk hatiye. Muslim diyar kir ku wan li ser bernameya rêveberiya demî Rojava gengeşe kirine. Muslim diyar kir ku rêvebirên Tirki ew xelet fam kirine û got: ’Ji bo rewş zelal bibe me gotubêj kirin. Hevdîtin gelekî erênî bûn’.

Muslim da zanîn ku dê hevdîtinên wan yên bi rayadarên Tirkiyê re berdewam bikin û got: ’ çê dibe ku hefteya pêş li Stenbol an jî Enqerê hevdîtinek din pêk bihêt’.

Der barê êrîşên Eniya El Nûsra yên li Rojava jî Muslim got ku me ev mijar jî şirove kir û me diyar kir ku harîkariya êrîşkaran ji Bakur dihêt lê rayadarên Tirk ev yek înkar kirin. Muslim got wezîrê karê derve Davûtoglû jî gotibû ku El Nûsra ji bo wan jî xetere.

rewanbej.net