Serok Barzanî di derbarê biryara destgîrkirina Kosret Resûl de axifî

Îro ji aliyê dadgeha bilind ya Iraqê ve biryara destgîrkirina Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekemê Sekreterê Giştî yê YNK Kosret Resûl dabû. Dadgeha Iraqî bi boneya ku Kosret Resol ji bo rejîma iraqê gotiye -Dagirker-.
Piştî vê biryarê Serokê Herêma Kurdistanê daxuyanî da û got; -Ew hêz û kirina tu kesî tune birêz Kosret Resûl destgîr bike. Hikumeta Iraqê tu mafê xwe tune vê yekê bikê.- Serokê Herêma Kurdistanê got; -Hikumeta Iraqê azade çi biryarê bide dikare bide. Lê tu biryara wan me girê nade.