Tedawiya Nexweşiya Kula Heftpençeyê ya Prostatê

Tedawiya Nexweşiya Kula Heftpençeyê ya Prostatê

Lêkolînerên li bajarê Gentê, bajareke li Belçîkayê ye, metodeke nû ya tedawîkirina nexweşiya kula heftpençeyê ya prostatê (mîzo) vedîtin. Heya vê gavê dema bijîjk kesên nexweş tedawî dikirin bi du awayê karê xwe pêk dianîn, yek; bijîjk, lêkolînên xwe li ser nexweşiya kesên nexweş pêk dianî û li benda veguherînin nexweşiyê disekinîn, dudo; destpê tedawiya-hormonê dikirin ku ji ber tedawiya-hormonê veguherînin mezin rûdidin. Lêbelê bi metoda nû ya bi taybetî li ser metasazê û bi radyoterapiyê pêk dihêt, dermankirina nexweşiya kula heftpençeyê ya prostatê pêkan e.

Profesor Dr. Piet Ostê ji UZ Gentê wiha dibêje; “Ji ber nexweşiyê metasaza pirraniya kesên nexweş xesareke mezin dîtine û ji metasazê hindikek bermaye ku em bitenê dikarin li bermayiyên piçûk yên metasazê xebatên xwe pêk bihînin. Dema hejmara metasazên bixesar ya di laşê kesên nexweş de 3 û kêmtir bibe, em dikarin bi radyoterapiyê kesên nexweş derman bikin û pêdivî bi hormonterapiyê nedimîne. Ji ber terapiya bihormonê veguherînin weke bêxûd ketin, xwêdan û şewat, qelewîtî û xerabûn û qelsbûna fonksiyonên zayendî rûdidin.”

Radyoterapî dikare rê li ber tedawiya-hormonê bigire, qet nebe dikare ji bo demeke dûr û dirêj tedawiya-hormonê bi şûnde bixîne. Lêkolînerên ji UZ Gentê bi qasî sê salan xebatên xwe li ser 62 kesên nexweş pêk anîne. Ji 62 kesên nexweş 31 kes bi metoda nû nehatine tedawîkirinê lê ji bo tespîtkirin û destpêkirina dema tedawiya hormonê zû bi zû hatine muayene kirin. 31 kesên din jî bi metoda nû ya bi taybetî li ser metasazê pêk dihêt, hatine tedawî kirin. Ji 31 kesên pêşin 16 kes 13 meheyan pêdivî bi tedawiya hormonê nedîtiye û ji 31 kesên paşin jî tu kes pêdivî bi tedawiya hormonê nedîtiye û veguherînin mezin û bibandor rûnedaye.

Hikûmeta Belçîkayê bi 432.200€yê piştgiriya xebatê kiriye, lê ji ber encamên girîng yên lêkolînê carekî din 400.000€ ji bo berdewam û berfirehkirina xebatê piştgiriya xwe diyar kiriye.

Çavkanî: Belga