Xortê Kurd li Qamişlo ji aliyê hêzên ne diyar ve hate kuştin

Xortê Kurd li Qamişlo ji aliyê hêzên ne diyar ve hate kuştin

Îro li Qamişlo xortekî Kurd bi sê guleyan ve ji aliyê hêzên ne diyar ve hate kuştin.

Xortê Kurd Ehmed Ferman Bonciq, îro li Qamişlo nêzîkî dibistana Selahudîn bi sê gûleyan ve ji aliyê kesên ne diyar ve hate kuştin. Ehmed Ferman Bonciq berî bi demekê çûbû başûr daku beşdarî wan pêşmergeyan bibe yên ku ji bo Rojava têne perwerdekirin. Lê ji wira jî vegeriya Qamişlo. Xortê Kurd piştî vegera xwe beşdarî hêzên YPG bû. Li wira jî ji refên YPG veqetiya. Xortê Kurd piştî veqetîna xwe ji YPG dîsan ji aliyê hêzên asayişê ve hatibû girtin. Berî bi çend mehan ji aliyê asayişê ve hatibû berdan.
Kuştina xortê Kurd Ehmed Ferman Bonciq bûyerekî tariye û kirdarên wê jî ne diyarin. Ji ber ku berê ji aliyê asayişê ve hatiye girtin û ji YPG qut bûbû tê gotin ku dibe ji bo ku bûyer têkevê situyê YPG an jî asayişê hatibe pêkanîn.
Nûnertiya PYD ya Ewrûpa kuştina xortê Kurd bi tundî şermezar kir. Wekî dîtir kirdarên bûyerê hîna tarî ne.

Xortê Kurd kurê Nivîskarê Kurd Ferman Bonciq e.

 

Rewanbej.net